Weqfa Jina Azad ji bo zarokan perwerde da destpêkirin 2021-02-14 14:22:56     KOBANÊ - Weqfa Jina Azad ji bo zarokên ku derfetên wan ên domandina xwendina dibistanê tune ne, perwerdeya bê dem da destpêkirin.   Weqfa Jina Azad a Rojavayê Kurdistanê li navenda Keskesora Alan a zarokên ku dayik û bavên wan jiyana xwe ji dest dane û  zarokên ji Kantona Kobanê ku derfetên wan têre domandina dibistanê nekir derwereya perwerdê da destpêkirin. Di destpêkê de 15 zarokên ku temenê wan di navbera 8 û 12 salî de ne, tevlî perwerdeyê bûn. Perwerde seat ji 8'ê sibehê heta 12'ê nîvro ye. Her wiha dê wane bi zimanê kurdî li ser,wêne, mûzik, werzîş û hwd. werin dayîn.    Di vê çarçoveyê de mamoste Felek Dirêyî ji ajansa me re axivî. Felekê diyar kir ku ew bi vê perwerdeyê derfeta fêrbûyînê li pêşiya tevahî zarokan vedikin û got: "Hêviya me ji tevahî malbatan heye ku heger derfetên wan tune ne  zarokên xwe bişînin dibistanan, bila werin tevlî vê perwerdeyê bibin. Her wiha bila  zarok ji mafê xwe yê perwerdê bêpar nemînin."