Li Mexmûrê çalakî ji aliyê koma 30'emîn ve hat dewergirtin 2021-02-14 10:39:41     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên zîndanan hat destpêkirin, îro ji aliyê koma 30'emîn ve hat dewergirtin.   Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro bi merasîmekê koma 30’emîn çalakî dewr girt. Çalakî 59 roj in didome.    Merasîma dewirgirtinê bi deqeyekê rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hat dest pê kirin. Li ser navê koma 29’emîn mamoste Cemîl Kara axivî û got: ‘’Weke tê zanîn li ser Gelê Kurd û tevgera azadiyê êrişên tupyekun yên berfireh tên meşandin. Dewletên ku îro xêra Gelê Kurd naxwazin, bi alîkariya hevkarên xwe li her qada ku tekoşîn lê tê meşandin, dixwazin Tevgera Azadiyê lewaz bikin û têk bibin. Nirxên ku bi xwîna hezaran şehîdan hatîn bi destxistin, hewil didin ji destê Gelê Kurd derxînin."   'Wê dewleta tirk negihêje armanca xwe'    Cemîl Kara wiha berdewamî da axaftina xwe: ‘’Tê zanîn ku di dîrokê de her carê serhildanên Gelê Kurd yên li dijî zordariyê  hatine têkbirin û tunekirin. Ji ber wê yekê bi wê ferasetê tên ser Tevgera Azadiyê, dixwazin êrişî Gelê Kurd bikIN û îradeya Gelê Kurd tune bikin. Lewma jî demeke dirêj e li girava Îmralî tecrîdeke giran tê meşandin. Lê em di wê baweriyê de ne wê dewleta tirk li hemberî tekoşîna Gelê Kurd negihije armanca xwe û wê têk biçe. Ez hemû hevalên li her deverên cihanê ku di çalekiyan de ne silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim."    Merasîm bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zîndanan” û ‘’Bijî Berxwedana Gare’’ bi dawî bû.