Li Mexmûrê serdema 2'yemîn a perwerdeyê dest pê kir! 2021-02-14 09:57:52     MEXMUR - Li xwendekarên Mexmurê dest bi serdema 2'emîn a perwerdê kirin. Xwendevanan piştî betlana nîvê salê careke din dest bi perwerdê kirin.   Xwendevanên  wargeha şehîd Rustem Cudî (Mexmur) dest bi 2'emîn serdema perwerdê kirin. Li wargehê dibistan ji betlana nîvê salê derketin û perwerde ji bo serdema 2'emîn a salê bi merasîmekê hat destpêkirin.  Merasîm bî siroda neteweyî hat destpêkirin û xwendevan bi coşeke mezin dest bi perwerdeya piştî betlana nîvê salê kirin. Li Mexmurê bi giştî 4 dibistanên Seretayî, 2 dibistanên Navîn  dibistaneke  Amedeyî û 5 pêşdibistan hene.