Abdullah Ocalan: 15’ê Sibatê ji bo kurdan roja qirkirinê ye 2021-02-14 09:06:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 15’ê Sibatê wekê roja reş dinirxîne û wiha dibêje: “Di 15’ê sibatê de li hemberî Şêx Seîd komplo hat pêşxistin û di 29’ê hezîranê de jî ew bi dar ve kirin.  Ev ne jixweber e, mekanîzmayek ev qas jixweber naxebite. 15’ê sibata 1925’an destpêka qirkirina kurdan e. Ez 15’ê Sibatê ji bo kurdan roja qirkirinê îlan dikim.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di 15'ê Sibata 1999'an de bi Komploya Navneteweyî hat girtin û li Girtîgeha Yek Kesî ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hat bicihkirin. Piştî ku Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê hat bicihkirin, girav bi temamî weke herêma ewlekariya taybet hat îlankirin û tedbîrên awarte yên leşkerî hatin girtin. Li hemberî Ocalan polîtîkayeke girankirî ya îzolasyonê ket dewrê. Li gorî daneyên fermî, li giravê hezar leşker hatine wezîfedarkirin. Tedbîrên leşkerî yên di asta bilind de hatine wergirtin. Girav bi temamî bi kamerayan hat dagirtin. Her wiha derdora giravê di dereceya duyemîn de 'herêma qedexe ya leşkerî' ji aliyê bejahî, deryayî û hewayî ve hat îlankirin. Girava Îmraliyê veguehrî giraveke bi temamî bi polîtîkayên taybet ên dewletê ve tê birêvebirin. Her wiha piştre derket holê ku di 4’ê sibata 1999’an de di navbera şandeya CIA’yê û MÎT’ê de protokolekê veşarî derbarê Îmraliyê de hatiye îmzekirin. Heta îro jî derbarê naveroka protokolê de agahiyek nehat dayîn.   Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re di sala 1999'an de 60 caran, di sala 2000'î de 37 caran, di sala 2001'ê de 40 caran, di sala 2002'an de 35 caran, di sala 2003'an de 21 caran, di sala 2004'an de 23 caran, di sala 2005'an de 14 caran, di sala 2006'an de 22 caran, di sala 2007'an de 29 caran karîbû hevdîtinê bike. Her wiha di navbera salên 2008 -2010'an de 66 caran hevdîtin hatin astengkirin,  ji 27'ê tîrmeha 2011'an de jî gelek caran bi heman hincetan hevdîtin hatin astengkirin. Piştî 8 salan di navbera 2’yê gulan û 7’ê tebaxa 2019’an de parêzeran bi Ocalan re 5 hevdîtin pêk anîn.   Me xwest di çarçoveya dosyaya xwe de em nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên derbarê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de bi wer re parve bikin.   'Dîrayet serkeftinê tîne'   Abdullah Ocalan, di nirxandinên xwe yên 15'ê Sibatê de wiha dibêje: “Roja 15’ê Sibatê ne roja şînê ye; roja aqilgirtin û erka xwe derxistina zanebûne ye, roja eşkerekirina komployê ye. Komploya ku dixwazin di şexsê min de pêş bixînin, gelek kûr e. Em bi aql nêzîk bûn û bi zanîstî tevgeriyan. Ez li vê derê, her roj di berxwedanê de me. Bi sebir, dirayet û têgihiştineke mezin  li ber xwe didim. Dirayet serkeftinê tîne.”   'Ji bo çareseriyê divê pirsgirêka kurd baş bê fêmkirin’   Ocalan, bal kişandiye ser qonaxên sereke yên têkiliyên kurd û tirkan û wiha gotiye: “Ev rastiya dîrokî ya di têkiliyên kurd û tirk de, roja me ya îro jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê hûr û kûr bê fêmkirin. Di dîrokê de qonaxên sereke yên van têkiliyan hene; dema Împaratoriya Osmanî bi Yavuz Siltan Selîm gav avêt polîtîkayên Rojhilat (1512-1521), dema Siltan Ebdulhemîd (1876-1909) di avakirina Alayên Hemîdiye de, dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn di dewamkirina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de û ji van girîngtir jî bi pêşengiya Mustefa Kemal di dema Şerê Rizgariya Neteweyî ya modern de ev rastî hem esas bû û hem jî di encamê de diyarker bû. Piştî ku bingehê demokratîk ê Komarê hat înkarkirin û komploya 15’ê Sibata 1925’an hat destpêkirin.”   ‘Dîroka Tirkiyeyê dîrokeke komployan e’   Abdullah Ocalan komploya li hemberî kurdan wiha şîrove kiribû: “Ez dîroka Tirkiyeyê, bi awayê dîrokeke komployan digirim dest. Ez vê dîroka Komplo-Gladîo ya li Tirkiyeyê li çar deman beş dikim. Heta roja me, çar demên komplo-Gladîo pêk hatine. Di demên destpêka Komarê de li hemberî kurdan her tim komplo çêkirine û di wê demê de polîtîka meşandine. Ev mijar her ku diçe ji bo min zelal dibe. Dema ku di sala 1925’an de li hemberî kurdan komplo pêş ketin, serokwezîrê wê demê Fethî Okyar gotiye 'Ez destê xwe nakim xwîna kurdan' û xwe vedikişîne. Paşê bi ekîbeke din ev komplo dewam kir.”   ‘Li hemberî Şêx Seîd komplo hat pêşxistin’   Ocalan, derbarê komploya li hemberî Şêx Seîd de wiha nêrînê xwe anî bû ziman: “Di 15’ê sibatê de ji yekîneya ku ji Şêx Seîd re tê şandin du leşker didin kuştin û li hemberî kurdan komplo hat destpêkirin. Wê demê ekîbek, bi taybetî ev komplo pêş xistin û meşandin. Di serê vê ekîbê de pênc general hene. Li hemberî Şêx Seîd komplo pêş xistin. Li Menemenê heman ekîbê komplo çêkirin û li hemberî Komarê provakasyonek pêş xistin. Her wiha di dema ku ji bo Seyîd Riza neyê darvekirin wê bi Mustefa Kemal re hevdîtin bihata çêkirin, heman ekîbê, heman destî, bi lez û bez Seyîd Riza bi dar ve kir, hevdîtina ku wê bi Mustafa Kemal re çêkiribana, bi vî awayî asteng kirin. Bi vî awayî li hemberî Seyîd Riza jî komplo wiha berdewam kirin. Ez di pirtûka xwe de bi heman awayî, behsa vê heman ekîba ku ev komplo pêş xistine, Mustafa Kemal bêbandor kirine, tenê hiştine dikim. Fevzî Çakmak û Înonu bi hin cihûyên entelektuel re li hev kirine û li hemberî kurdan komplo pêk anîn e. Mustafa Kemal anîne rewşeke bi awayekî di bin çav de girtî, ez vê diyar dikim."   ‘Li dijî çareseriyê Turgut Ozal tasfiye kirin’   8’emîn Serokkomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal, di navbera salên 1983 û 1989’an de jî serokwezîrtî kiribû. Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên demên borî de wiha behsa Turgut Ozal kiribû: “Ozal jî bi werekî nêzî pirsgirêka kurd bû. Digot ‘Ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim, divê ez çareser bikim.’ … Di vê qonaxê de Ozal dorpêç kirin, di nav artêşê de jî her kesên ku çareserî dixwest tasfiye kirin. Di vê qonaxê de gelek sûbayên mîna Eşref Bitlis, Bahtiyar Aydin ji ber ku alîgirê çareseriyê û li pêşiya xwe asteng didîtîn kuştin, tasfiye kirin. Di vê mijarê de agahiyên girîng ên Celal Talabanî jî hene. Talabanî digot ‘di mijara çareseriyê de em bi Eşref Bitlis re di heman fikrê de ne.’ Talabanî di 93’yan de ev ji min re gotibû. Di wê qonaxê de hin rewşenbîrên wekî Ugur Mumcu jî tasfiye kirin û kuştin.”   ‘Ew ê ku vê pêvajoyê asteng dike kî ye?’   Necmettîn Erbakan di navbera 28’ê hezîrana 1996’an  heta 30’ê hezîrana 1997’an Serokwezirtî kir û di vê demê de nêzîkatiya wî ya li hemberî çareseriyê jî Ocalan wiha şîrove kiribû: “Nêzikatiya Necmettin Erbakan di wê qonaxê de ji dil bû, hîn nêzî çareseriyê bû. Erbakan li gorî Numan Kurtulmuş ê ku niha li serê Saadetê ye, dirusttir bû. Kurtulmuş jî wekî yên din dibêje; ‘Li derveyî Ocalan, em ji her cûre çareseriyê re amade ne’ ev gotin nîşan dide ku ew girêdayî kîjan navendê ye, ji xwe belav bûn û çûn, careke din jî bi ser xwe ve nayên. Erbakan jî wekî Ozal aliyekî wî yê paqij û rast hebû. Bi me re jî pêwendî danîbû. Di dema 97-98’an de hem beşa sivîl hem jî beşa leşkerî bi me re pêwendî danîbûn. Lê Gladîo pir bi hêz bû. Min di nivîseke Rojnameya Tarafê de jî xwend. Dipirsî; ‘Ew ê ku vê pêvajoyê asteng dike kî ye?’ pirseke rast e. Wê demê tevî ku derfeta çareseriyê hebû jî komplo xistin dewrê.”   ‘Dirûtiya Ewropayê…’   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rola Ewporayê ya li ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê sibatê jî wiha anîbû ziman: “Ev komplo bi dirûtiya Ewropayê ve dest pê kir. Di vê komployê de, jixwe hûn rola Yunanîstanê dizanin. Yunanî ji bo ku me û tirkan berdin hev, di nav komployê de cih girtin. Rola Yunaniyan, bi zanebûn e. Yunanistan bi elmanan re, di pêvajoya komployê de li ser bingeha tasfiyeya min hemle pêş xist. Yunanistan, di dema pêvajoya aştiyê ya bi Turgut Ozal re, bi Îngiltere û Elmanyayê re, xwest ji kadroyên xwe, PKK’yek alternatîf biafirîne. Hewl dan ku ji xwe re zilamekî çêbikin, da ku bikaribin ji bo xwe bidin şixulandin.   Elmanya hewl da ku pravakosyonan bike   Elmanya, li dijî me hîn jî hewl dide ku provakasyonan li dar bixe. Pêwist e, mirov vê yekê wiha binirxîne û bi wî rengî tev bigere. Armanca wan ew bû ku bi kompoloya 9’ê Cotmehê re, me bi Gelê Tirk bidin şerkirin. Ev lîstik, versiyona lîstîka sala 1920’î bû. Elmanya di sala 1882’yan de, Îttihat Terakkî da avakirin û neteweperestiya tirkan pêş xist. Lîstikên Elmanya yên li ser Mezopotamyayê, ji mêj ve hene. Di van 20 û 30 salên dawî de jî dixwaze li ser van lîstîkan polîstîkayên xwe bide meşandin. Armanca wan ew bû, ez bêm e tasfiyekirin an jî min bixin bin kontrola xwe.   Ewropa tevgereke azad naxwaze   Ewropa, bi taybetî jî elman û ingiliz, tevgereke pak a azadiyê naxwazin. Yunanistan jî bi wî rengî ye. Rusya, di ser min re Projeya Herka Şîn (Mavi Akım) derbas kir û ji IMF’ê kredî standin. Her wiha Israîl û Mossad pêvajoya komployê bi rê ve birin û hîn bi leztir kirin. Bi vî rengî hewl da ku Tirkiyeyê bixin bin destê xwe. TiştA ku Ewropa anî serê me, ez, wekî ji nû ve çarmîxkirina Îsa dinirxînim. Emerîka jî min diyarî Tirkiyeyê kir ku Tirkiyeyê qezenç bike û her wiha Rojhilata Navîn, Asya Navîn û Balkanan bi xwe ve girê bide.”   ‘Komplo ji bo wan firsendeke îdeal bû’   Ocalan wiha li ser armancên komployê rawestiya bû: “Komplo di şexsê min de bi tenê ne li dijî kurdan, di heman demê de li dijî tirkan jî hatibû kirin. Şêweyê radestkirina min û niyeta kesên di vê de rol girtin, ne bi dawîkirina teorê û çareserî bû, dixwestin bingehê şerekî sedsaleke din dewam bike, kûr bikin. Komploya wan a li hemberî min ji bo vê niyeta wan firsendeke îdeal dida. Bêguman dixwestin heta dawiyê vê firsendê bi kar bînin. Jixwe nabe ku mirov berovajiyê vê bifikire. Ji ber ku wan bixwesta, karîbûn bi kêra gelek bûyerên erênî bihatana. Lê wan timî hewl dida pêşiyê li çareseriyê bigirin, li şûna çareseriyê mesele dikirin tam mîna girêkeke kor û li hev digerandin. Dixwestin dualîteyeke tîpîk a Îsraîl û Filistînê biafirîne. Çawa ku dualîteya Îsraîl û Filistînê ev sed sal in ku ji hegemonya Rojava ya li Rojhilata Navîn re xizmet kir, dualîteya kurd û tirk a gelekî ji wê mezintir jî bi kêmanî karîbû sedsalekê ji hesabên hegemonîk re xizmet bikirana. Jixwe bi heman armancê di sedsala 19’an de li herêmê gelek pirsgirêkên etnîk û mezhebî afirandin û bê çareserî hiştin.”   ‘Tirkiye naxwaze rastiyan bibîne’   Ocalan rola Tirkiyeyê ya di komployê de wiha anîbû ziman: “Di nava dewleta tirk de çetebûnek heye. Eger ez bêm îmhakirin wê çêbibe? Wê Tirkiye bikeve nav tengaviyeke mezin û pêncî sal girêdayî derve bijî.  Li gorî hesabê li ser min; Yunanîstan hîn mezin lîst. Encam; wê Tirkiye heta dawî û bi hemû rengan bihata girêdan. Tirkiye naxwaze rastiyan bibîne û fêm bike… Her tişt ji bo mirina min hatibû amadekirin. Bi giranî ji bo tunekirina bi fîzîkî nebû ji aliyê wateyê ve dixwestin min tune bikin. Tevî ez gelekî li ser fikirîm, texmîn nakim ku ji bilî vê yekê armanceke din hebe. Komplo gelekî kûr û xumamî bû, lewma ji bo têkbirina komployê pêwîstî bi pêngaveke mirovahiya pêşverû ya di asta mûcîzeyê de hebû.”   ‘Xebat zor bûn lê diviya mirov bi sebir be’   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha bal kişandibû ser armanca komplogeran: “Ji bo xirakirina vê lîstikê, min pêvajoya Îmraliyê weke platformeke îdeal nirxand. Ji bo vê jî min bingehê xwe yê teorîk ku pêdivî pê hebû, bi hêz kir. Min şertên çareseriya siyasî û aştiyane bi tevahî argumanên pratîk û felsefî beridandin. Ez li ser xweseriya çareseriya siyasî û demokratîk ponijîm. Ev xebatên zor bûn û ji bo wan diviyabû mirov bi sebir be, karîbûn girêkên kor ên komployê ji hev vekin û alternatîfên çareseriyê biberidînin. Di vê mijarê de tu çareya min ji bilî baweriya min a bi min tunebû. Ya rastî, yên di pêvajoya komployê de cih girtibûn niyeta wan cuda bû. Di şexsê min de dixwestin PKK’ê û Tevgera Azadiyê biqedînin û tune bikin.   Kirinên li girtîgehê, bi tevahî nêzîkatiyên li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Yekitiya Ewropayê (YE) bi vê armanca sereke ve girêdayî bûn. Li tevgereke kurd digeriyan ji min şuştî be. Tevgereke xesandî dixwestin; dixwestin versiyoneke modern a hevkarên ji rêûresmê ya di xizmeta efendiyên xwe de pêk bînin. Nemaze xebatên demdirêj ên DYE û YE’yê di vê çarçoveyê de bûn. Li ser vî bingehî, ji bo hevgirtinê deriyên wan li elîtên rêveber ên tirk vekirî bûn."   '15'ê Sibatê roja qirkirina kurdan e'   Abdullah Ocalan roja 15'ê Sibatê wiha şîrove kiribû: "Dîroka destpêkirina qirkirin û komployê ya li hemberî kurdan 15’ê Sibata 1925’an ne. Hûn dizanin di 15’ê sibata 1925’an de li dijî Şêx Seîd komplo hat pêşxistin. Di heman demê de 15’ê sibata 1999’an li hemberî min jî komplo hat kirin. Xalîd Begê Cibrî jî ji holê rakirin û paşê di 15’ê sibatê de berê xwe dan Şêx Seîd. Roja darvekirina Şêx Seîd 29’ê Hezîranê ye; roja biryara darvekirina min jî 29’ê Hezîranê ye. Ev ne jixweber in, mekanîzmayek ev qas jixweber naxebite. 15’ê sibata 1925’an destpêka qirkirina kurdan e. Ez 15’ê Sibatê ji bo kurdan roja qirkirinê îlan dikim. 15’ê sibatê, ne tenê ji bo min roja reş e.”