Ciwanên Helebê komploya navneteweyî şermezar kirin 2021-02-13 20:40:42   HELEB-Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi meşek girseyî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.   Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşma "Bese ji tecrîd û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye" meşek li dar xistin. Bi sedan ciwan, sazî û dezgehên civakî tevlî bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatibû hildan. Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger destpêkir li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê dom kir.   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Baran Karox komplo şermezar kir û wiha domand: "Di serî de em tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi minetarî bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan didin. Di vê roja tarî de hêzên dagirker bi komployek navneteweyî Rêber Apo dîl girtin. Bi vê komployê xwestin gelê Rojhilata Navîn bê hêvî bihêlînin. Lê gelê me  dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedan. Em carek din vê roja reş bi tundî şermezar dikin û em soz didin ku em ê Rêberê xwe ji zindanê rizgar bikin."      Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.