Şêniyên kampa Berxwedanê komplo şermezar kirin 2021-02-13 20:37:17   ŞEHBA-Şêniyên Efrînê bi meşek girseyî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin.    Şêniyên Efrînê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi meşek girseyî li wargeha berxwedan a Kantona Şehbayê şermezar kirin. Meclîsa kampê, şêniyên Efrîn û Şehba, nûnerên sazî û dezgehên sivîl û Rêxistina Kongreya Star beşdarî meşê bûn.  Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Azadiya Rêber Apo mîsogeriya Netewa Demokratîk e" û "Em ê faşizm û tecrîdê têk bibin netewa demokratîk mîsoger bikin" hatin hildan.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di derbarê komployê de hate guhdarkirin. Paşê Endama Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a wargeha Berxwedanê Hacer Silêman komploya navneteweyî şermezar kir û got: "Rêber Apo di fikir û felsefeya xwe de herdem girîngî da azadiya jinê. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me hebûn û îradeya xwe nas kir. Em ê ji bo rizgariya Rêber Apo herdem di nava çalakiyan de bin."   Rêveberiyê Meclîsa wargeha Berxwedan Ferîd Hemo komplo şermezar kir û got: "Pergala navneteweyî bi rêya dîlgiritana Rêber Apo azadiya Gelê Kurd armanc girt. Her wiha bi vê komployê xwestin civakê qir bikin û li ser pergala xwe bidin meşandin.  Heya ku em Rêber Apo ji Îmraliyê rizgar nekin em tucaran nasekinin."      Meş bi dirûşma "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.