Kongreya Star derbarê sûcên li dijî jinan daxuyanî da 2021-02-13 20:31:07   HESEKÊ-Rêxistina Kongreya Star a kampa Serêkaniyê derbarê sûcên dewleta tirk ku li dijî jinan li Serêkaniyê pêk tîne daxuyanî da.   Dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê di 9'ê cotmeha 2019'an êrîşî Serêkanî û Girê Spî kir. Herî dawî jî komên girêdayî dewleta tirk li Serêkaniyê  dest davêjin jina bi navê Ruqeye El-Bair. Têkildarî mijarê Rêxistina Kongreya Star a kampa Serêkaniyê bi daxuyaniyekê vê mijarê şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star a kampa Serêkaniyê Gulîstan Mihemed ve hate xwendin.    Rêxistina Jinê ya Serêkaniyê êrîş bi tundî şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk  li ser Herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê herdem pilanên qirêj pêk tîne û armanca wan ew e ku li herêmê tirs û ne ewlehî pêk bîne û gelê resen ji cih û warên wan koçber bike. Roj bi roj sûcên dewleta tirk li herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî zêdetir dibe. Her wiha di van êrîşan de herî zêde jin rastî revandin, tecawiz û qetîlkirinê tê. Herî dawî jî çeteyên girêdayî dewleta tirk li Serêkaniya dagirkirî jina bi navê Ruqeye El-Bair ji pêkhateya erebe dest davêjin. Ev sûc zagonên mafê mirovan bin pê dike û ev yek li ber çavê tevahî cîhanê û Rêxisitina Mafê Mirovan pêk tê, li hember vê yekê jî heta niha bêdengiyek heye. Em wek Rêxistina Jinê ya Kongreya Star bang li raya giştî ya cîhanî dikin ku bi rengekî lez mudaxele bikin û rê li ber sûcên dewleta tirk ku di derheqê jinê de pêk tîne bigirin."   Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî"  bi dawî bû.