Sînem Bedirxan: Hêviya min dîtina Kurdistaneke azad e 2021-02-13 14:30:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Keça Mîr Celadet Alî Bedirxan, zimanzan Sînem Bedirxan  (Sînemxan) got hêviya min dîtina Kurdistaneke azad e. Sînemê di heman demê de xwest aloziya di navbera Gelê Kurd de bi dawî bibe.    Şandeyek ji Nûnertiya HDP’ê ya bajarê Hewlêra Herêma Kurdistanê serdana keça Mîr Celadet Alî Bedirxan, Sînem Bedirxan a li Hewlêrê dijî kir.    Li gorî nûçeya RojNewsê; Şandeyê diyar kir ku Sînem Bedirxan bi serdana wan gelekî kêfxweş bûye, peyam û daxwaza wê ya herî zêde yekîtiya kurd û têkoşîna ji bo avakirina Kurdistaneke yekgirtî û azad bûye.   'Hêviya min dîtina Kurdistaneke azad e'    Sînem Bedirxan jî kêfxweşiya xwe ya ji serdana şandeya Nûnertiya HDP’ê anî ziman û got: "Bi dîtina we gelek kêfxweş bûm. Ez gihîştim vî temenî, hêviya min ew e ku ez Kurdistaneke azad bibînim. Ne bêjin Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakur, bêjin Kurdistan. Dixwazim pasaporteke min hebe, li ser wê Kurdistan nivîsîbe. Hêvîdar im ku beriya ez xatirê xwe ji we bixwazim, viya bibînim. Ev xeyaleke, dixwazim ev xeyala min bibe rastî.”   'Yekîtiya Kurdan bide min, ez ê Kurdistaneke azad bidim te'    Sînem Bedirxan li ser aloziyên di navbera kurdan de jî van hişyariyan kir: "Êdî bes bêjin filan hizb û bêhvan hizb. Dayîka min Rehşanxan digot ‘Yekîtiya Kurdan bide min, ez ê Kurdistaneke azad bidim te.’ Hêvî dikim em ê vê Kurdistanê bibînin. Em hemû kurd in û divê em ferq nexin navbera ti aliyekî de.”   'Divê êdî em hevkuştinê ji bîr bikin'    Sînem Berdixan di beşeke din a axaftina xwede jî bal kişand ser zextên AKP-MHP'ê li kurdan dikin û wiha got: “ Divê em tev bi hev re li dijî zilma ku li ser Bakurê Kurdistanê tê kirin, rabin. Pêwîst e em rûnin, ne bi şer û pevçûn, bi şêwazeke medenî û diyalogê bikin, rewşê gotûbêj bikin. Divê êdî em hevkuştinê ji bîr bikin. Pêwîst e em li ser wê bifikirin ka em ê weke kurd xwe çawa ji destê Erdogan rizgar bikin.”