Ciwanên Efrîn û Şehbayê komplo şermezar kirin 2021-02-13 14:28:30   ŞEHBA- Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Efrîn û Şehbayê bi meşek girseyî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.   Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Efrîn û Şehbayê meşek girseyî li Gundê Til Qireh a Şehbayê li dar xistin. Meş bi dirûşma "Bi hêza ciwanên Apoyî em ê komloyê têk bibin, pergala Îmraliyê birûxînin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin" dest pê kir. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Tevgera Ciwanên Şoreşger û pankartên bi nivîsa "Bimre Îxanet, azadî ji Rêber Apo re" û "Azadiya Rêber Apo mîsogeriya netewa demokratîk e" hatibûn hildan. Meş ji Gundê Til Qirehê ya Şehbayê dest pê kir heta navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a gund dom kir.   Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Şiyar Efrîn komploya navneteweyî şermezar kir û got: "Em wek ciwanên şoreşger komploya navneteweyî ya li ser Rêberê mirovahiyê Rêber Apo bi tundî şermezar dikin. Rêber Apo ji bo azadiya gelan heta niha têdikoşe, lê tevahî hêzên hegemon û desthilatdar ev yek nepejirandin û bi komployek navneteweyî Rêber Apo dîl girtin. Em wek ciwan ji bo rizgariya Rêber Apo ji her demê zêdetir amade ne û em ê herdem çalakiyên xwe bidomînin.  Rizgariya Rêber Apo a ji zindanê, rizgariya gelê azadîxwaz e."   Meş bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.