'Heta ku em saxbin em rê nadin fermanên din' 2021-02-13 11:19:00   Almaz Nayîf - Viyan Seîd   ŞENGAL - Bi tevlîbûna xelkên gundên Guhbel, Borik, Sinunê û Xanesorê li Digura Şengalê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de komploya navneteweyî û êrişên ku li hemberî herêmê pêk tên hat nîqaşkirin. Jinan di civînê de gotin: "Heta em saxbin em nahelin ku fermanek din pêk bê. Yên ku niha li Şengalê li ber xwe didin tu tiştî natirsin."     Ji hêla Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve bi minasebeta 15'ê Sibatê li gundê Digure ya giredayî Şengale civîna gel hat lidarxistin. Xelkên gunde Guhbel, Borik, Sinunê û Xanesorê jî tevlî civînê bûn. Di civînê de hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico, hevseroka Meclîsa Gunde Digure Adul Şemo, endama TAJÊ Pakîze Celal û Şeniyê gunde Borik Tevrê Şengalî axivîn û bal kişandin ser tecrît û êrişên ku li herêmê pêk tên.     'Li hemberî êrişan hişyar bin'   Civîn ji hêla Riham ve hat birêvebirin. Riham axaftina yekem kir û got: "Dîl girtina Rêber Apo tunêkirina berxwedan û têkoşîna Gelê Kurd bû. Bi girtina Rêber Apo xwestin Gelê Kurd tunê bikin. Lê Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe gel rexistin kir û bi vê paradigmayê gel îro xwe rêve dibe. Îro jî erîşên li ser Şengalê ji ber vê fikir û ramanê ye. Armanca Erdogan tunê kirina êzidiyan e. Me hemû cihen ku dewleta Tirk dagirkiriye de dît ku hemû cihên êzidiyane hatin talankirin û tûnêkirin. Armanc îro tunêkirina êzidî û rexistina êzidiya ne. Ji bo vê jî pewîst dike ku em li hember van erîş û gefan hişyar bin.”   'Îro êrişê Garê dikin'   Pakîze jî di civînê de bal kişand ser Komploya Navneteweyî û wiha axivî: "Erdogan erîşê dibe ser her deverê ku Gelê Kurd lê dijîn. Dewletên mezin jî yên Ewropa, Rûsya û Amerîka jî piştgirî didin Erdogan. Erdogan bi hemû yan rê hevdîtinan çêdike û dibêjin em ê êrişî li Şengalê bikin. Em li vir in û em ê bi her awayî axa xwe biparêz in. Îro erîş birin li ser çiyayê Garê. Yên ku roja tengav de hatin me rizgar kirin îro erîşê li wan dikin. We demê Rêber Apo û şervanên wî nebûna îro em tunebûn."   'Yên ku li Şengalê li ber xwe didin tu tiştî natirsin'    Adul di civînê de diyar kir ku niha Şengalê berxwedanek heye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îro bi zanêbûn gef li ser Şengalê tê kirin. Gelê me edî vedigerîn ser ax û warên xwe. Gefa li me dixwe ku di nav gel de metirsî hebê. Lê gelê me natirsê. Yên ku îro li Şengalê li ber xwe da tu tiştekê natirsê. Em ê bersiva wî bidin û em nahelin ku qirkirinê pêk bînin. Şengal bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe bi rexistin kiriye. Me bi vê rexistinê pêşiya fermanên din girt. Em e îro jî bi vî fikrê pêşiya fermanan bigirin. Em tu carî serî li hemberî dijmin danaynîn. Em e planên wan vala derbixin. Serkeftin a Şengale ye.”   'Heta em saxbin em rê nadin fermanên din'   Tevrê jî wiha bal kişand ser êrişên li hemberî gel û got: "Dixwazin êzidiyan weke berê dîsa bitirsinîn û koçberiyê li wan bidin ferzkirin. Lê em ne êzidiyên berê ne ku bitirsin. Di fermana 2014’an de keç û zarokên me ketin destê DAÎŞ'ê pir û kalên me hatin kuştin. Em edî natirsin. Heta em saxbin em nahelin ku ferman bê li ser Şengalê.”