'Edî bes e em azadiya girtiyan dixwazin' 2021-02-13 09:10:13   Medya Uren   MÊRDÎN - Girtiya bi navê Cîhan Zamûr, derbarê grevan de banga hestiyariyê kir û got: "Îro bê dengî dê bibe sedema mirinan. Îro dem dema azadiyê ye." Dayika wê Heva jî daxwaza azadiya girtiyan kir û wiha axivî: "Li Cîhan 150 sal, li bavê wê jî du caran 20 sal ceza lê hat birîn. Jiyana min li ber deriye girtîgehan derbaz bû. Ez dibêjim êdî ji bêmafî û tecrîdê re bes e. Em azadiyê dixwazin.”   Çalakiya Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirina mafan ya di girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020’an de li girtîgehên Tirkiyê û herêmê hatine destpêkirin di roja xwe ya 79’an de berdewam dike. Çalakvana greva birçîbûnê Cîhan Zamûra ku 150 sal ceza lê hatiye birîn jî li dijî tecrîd û binpêkirina mafan banga xurtkirina çalakiyan dike. Em niha jiyana malbata Cîhan fêr bibin û bibin şahidê têkoşîna wê.    Cîhan Zamûr di sala 1984’an de, di nava malbatekî welatparêz de li Qosera Mêrdînê tê dinê. Cîhan hêj zarok bû bavê wê tê girtin û 20 salan di girtîgehê de dimîne. Bavê wê bi îşkenceya dibîne re destê xwe winda dike. Cîhan jî di temenê xwe yê 18 salî de li dijî van gef û zilman serî radike û tevlî têkoşîna azadiyê dibe. Piştî ku 8 salan di encama operesyonek ya leşkerî de bi birîndarî tê girtin. Piştî tê girtin sirgunê li gelek girtîgehan ên wekî Bitlîs, Îzmîr, Şirnex û Baybûrtê tê kirin. Herî dawiyê jî sirgunê girtîgeha Şakrana Îzmîrê kirin.    ‘Dem dema azadiyê ye’   Cîhan bi rêya telefonê ji dayika xwe Heva Zamûr re diaxive û têkildarê rewşa xwe de ew agahiyan dide: “Grevên birçîbûnê li dijî hemû bê mafiyên tên kirin protestoyeke. Pêwîste ji her alîve ji bo çalakiyê piştgirî bê dayîn. Dem dema azadiyê ye. Pêwîste em êdî rabin ser piyê xwe. Îro bêdengî dê bibe sedema mirinan. Pêwîste tu û hemû dayikên girtiyan tevlî çalakiyan bibin."    ‘Duh hevjînê min îro keça min tê îşkencekirin’   Dayik Cîhanê Heva jî da zanîn ku 40 sal in li dijî îşkenceyan jiyana xwe didomînin û got: "Em di nava îşkenceya dewletê de dijîn. Bi her awayî em di nava tecrîdê de ne. Nasnameya me reş dikin. Me ji hemû mafên mirovahiyê mehrûm dikin. Bi taybet jî girtîgeh bûne avahiyên îşkenceyan. Di serî de hevjînê min rastî van bêmafiyan hat, 20 sal girtî ma û ji ber îşkenceyê destê wî felç bû. Çend sal beriya niha 21 sal ceza lê hat birîn û ew jî ji neçariyê berê xwe da derveyî welat. Niha ji keça min bi heman îşkenyan re rûbirû ye."    ‘Em azadiyê dixwazin’   Heva dibêje jiyana me di rêya girtîgehan de derbaz bû û wiha berdewam dike: “Hevjînê min temenê wî 70’ê bû em li pêy bûn niha jî ez li pêy keça xwe me. Niha jî emrê keça min li girtîgehê derbas dibe. Ev bi sere xwe bê wijdaniye. Ez ji bo hemû girtiyan ji bo nasnameya Gelê Kurd azadiyê dixwazim. Mafê wan ya jiyanê heye. Em îşkence û tecrîda li ser wan qebûl nakin. Heya dawiyê jî li dijî tecrîdê em ê li gel zarokên xwe têbikoşin. Êdî bese. Kêr gihişt hestî.”