'Di xebat û avakirina radyoyê de rola sereke ya jinê ye' 2021-02-13 09:01:09   Dilucan Bozî   KOBANÊ - Endama Radyo Kobanê FM'ê Stêrvan Cûcû û Endama Radyo Star FM'ê Medya Silêman têkildarî Roja Radyoyê ya Cîhanê  wiha gotin:"Di qada ragihandinê de ji amûra herî bi bandor yek jê radyo ye. Radyo dengvedana hestên mirovan e û di xebat û avakirina radyoyê de rola sereke ya jinan e."   Peyva radyo kurtahiya peyva "Radyofonî" ye, ku ew jî ji peyva "radius" bi latînî ku tê wateya ronahiyê û peyva "fone" ku bi yewnanî tê wateya deng, çêbûye. Ber bi dawiya salên 1800'î ve li Îtalya li bajarê Bolognayê ciwanê bi navê Guglielmo Marconi, sala 1894'an mereqa wî ya radyoyê dest pê dike. Sala 1896'an, koda bi navê mors, bi awayê elektro-manyetîk dişîne. Lê berî Marconî jî, matematîkvanê Skotlandî James Maxwell û fîzîkvanê Alman Heinrich Hertz, li ser pêlên elektro-manyetîkê xebata teorîyê kiribûn. Ji ber wê di derbarê kesê radyo îcad kirî de nêrînên cuda hene. Li gorî hin çavkaniyan yê radyo îcad kirî zanyarê Emerîqî yê bi eslê xwe Xirvat Nîkola Tesla ye. Ev zanyarê bêdeng ji aliyê Marconiyê "guhdî" ve li paş hatibû hiştin. Dadgeha Emerîqa ya bilind jî, di sala 1943'yan de biryar da ku Tesla berî Marconî di qada elekto-manyetîkê de weşan kiriye.   Dîrokên Weşana Radyoyan ya cîhanê    Li seranserî cîhanê ji sala 1927'an heta 1945'an ji bo radyo, serdema zêrîn dihat gotin. Di sala 1920'an de li Emerîkayê stasyona destpêkê ya taybet, bi awayekî bi ser û ber dest bi weşanê kir. Di navbera 1920-1930'î de ji bilî hin welatên piçûk ên li Asya û Afrîka, li piraniya welatên dinyayê weşana radyoyê hat destpêkirin. Weşana radyoyê li Ingilistan, Fransa, Elmanya û Yekîtiya Sovyetan di sala 1922'an  û li Tirkiyeyê jî di 1927'an de dest bi weşanê dikin. Di sala 1932'an de li Bexdayê radyoyê dest bi weşanê kir. Her wiha li Îranê jî ji 24'ê Nîsana 1940'an ve dest pê kir û navê radyoyê jî Tehran bû. Li Sûriyeyê di sala 1947'an de bi navê Îzaet Dîmeşq li Şamê dest bi weşanê dike.  Akademisyen û lêkolînerê Kurd, Amir Hassanpour di pirtûka xwe ya bi navê ‘Li Kurdistanê Netewperwerî û Ziman’ de dibêje, "Weşana yekê ya radyoyê ya bi zimanê Kurdî di salên 1923-1929'an de li welatên Yekîtiya Komarên Sosyalîst yên Sovyetê (YKSS) li herêma Transkafkasyayê dest pê kiriye." Cara destpêkê sala 1936'an stasyona radyoyê ya Kurdî hatiye damezrandin û sala 1936'an rojane 15 deqîqeyan weşana bi Kurdî kiriye. Sala 1954'an dema weşana Kurdî bûye saetek. Li paytexta Ermenistan Êrîvanê, sala 1941'ê bi navê Dengê Êrîvanê weşana radyoya kurdî tê kirin. Weşan rojê nîv saetê ye û bi giranî mûzîk e. Tê ragihandin ku li Gurcistanê jî sala 1950'î di binê kontrola Yekîtiya Sovyetan de di radyoyê de demeke kurt weşana bi kurdî hatiye kirin.   Radyoyên Kûrdistanê   Radyoya Qahîre sala 1957'an dest bi weşana kurdî dike. Radyoya kurdî ya Tehranê di navbera sala 1958'an û 1962'yan de bi dirêjahiya çar salan, rojê 15 deqeyan weşanê dike. Nûçe bi zaravayê kurmancî û soranî tên dayîn. Ji sala 1962'an heta 1979'an radyoya kurdî li bajarê Kirmaşanê weşanê dike. Li bajarê Urmiyê sala 1968'an bi zaravayê kurmancî dest bi weşanê dike. Radyoya Azerabadigan. Ji sala 1976 heta 1979'an weşanê dike. Rojê saetekê bi zaravayê kurmancî weşanê dike. Radyoya Kurdî Meşhed, sala 1958'an dest bi weşanê dike. Li paytexta Lubnan Beyrûdê di radyoya Lewant de ji aliyê Fransiyan ve 5'ê Adara 1941'ê weşana kurdî dest pê dike. Ajansa fermî ya Emerîka, Voice of America (Dengê Emerîka) ku bi 53 zimanî weşanê dike, 25'ê Nîsanê sala 1966'an û beşa Kurdî ya Dengê Emerîka jî 25ê Nîsana 1992'yan, bi biryara Kongresa Emerîkî tê damezrandin û hê jî bi zaravayê kurmancî û soranî weşana xwe didomîne.   Di dîrokê de Radyo   Li gor hinek çavkaniyan di dîrokê de radyoya destpêkê bi destê Kurdan li Mahabatê hatiye damezrandin. Radyo sala 1946'an çend mehan piştî damezrandin û ragihandina Komara Kurdistanê li bajarê Mehabadê tê damezrandin. Li Başûrê Kurdistanê radyoya destpêkê ya PDK'ê sala 1963'yan li herêma Hacî Imran bi navê Êzgey Dengê Kurdistanê dest bi weşanê dike. Sala 1975'an, 12'ê meha sisiyan tê girtin.    Li Rojhilatê Kurdistanê radyoya destpêkê "Radyo Dengê Kurdistana Îranê" ye. Weşana radyoyê roja 17'ê Hezîrana sala 1980'î bi peyama Dr. Ebdurehman Qasimlo dest pê dike. Radyo ji aliyê PDK'ê ve tê damezrandin û her roj saetekê weşanê dike. Radyo li çiyayên rojhilatê Kurdistanê weşanê dike. Sala 1992'yan de bi navê Dengê Gerîla li herêma Xakurkê ya başûrê Kurdistanê li ser kanala FM vedibe. Piştre 1993'yan li Zelê bi navê Dengê Kurdistana Serbixwe li ser pêla navî dewam dike.   Sala 1998'an li Çiyayê Qendîlê li ser pêla FM bi navê Dengê Gerîla weşana radyoyê dihat kirin. 27'ê Gulana 2001'ê, ji bo 6 saetan, li paytexta Belçîka Brûkselê, li bajarokê Denderleuw bi navê Dengê Mezopotamya weşana kurdî dest pê kir.   Radyoyên Rojava    Cara yekê li Rojava radyoya Cûdî FM 20'ê Cotmeha 2012'an li bajarê Qamişlo dest bi weşanê kir. Piştî wê li Kobanê 19'ê Mijdara 2012'an Kobanê FM hat vekirin. 4'ê Nîsana 2013'an Rojava FM li Çiyayê Qereçox yê nêzîkî bajarê Dêrikê dest bi weşanê kir. 25'ê Nîsana 2017'an ji aliyê balafirên dewleta tirk ve hat bombekirin. Piştî bombebaranê 10'ê Îlona 2018'an careke din dest bi weşana xwe kir. Efrîn FM 10'ê Hezîrana 2013'an dest bi weşana xwe ya testê, 1'ê Îlona 2013'an dest bi weşana xwe ya asayî kir. Arta 6'ê Tîrmeha 2013'an li bajarê Amûdê dest bi weşanê kir. Di navbera 2014-2015an de radyoya Dirbêsiyê FM, Waşokanî FM, Dengê Xabûr, Orkêş FM û Dengê Xweseriya Demokratîk dest bi weşanê kirin. Sala 2017'an jî radyoya jinê  Star FM dest bi weşanê kir. Ji bilî van hin radyoyên din jî yên taybet hene. Radyoya Çiraya Şengalê 7'ê Mijdara 2015'an ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve li serê Çiyayê Şengalê tê damezrandin.   Di vê çarçoveyê de Endama Radyo Kobanê FM'ê Stêrvan Cûcû û Endama Radyo Star FM'ê Medya Silêman têkildarî Roja Radyoyê ya Cîhanê de nirxandin kirin.    'Radyo eynika civakê ye'   Endama Radyo Kobanê FM Istêrvan Cûcû 13'ê Sibatê Roja Radyoyê ya Cîhanê li tevahî rojnamevanan pîroz kir û wiha domand: "Radyo wek beşên ragihandinê xwediyê dîrokeke dûv û dirêj e. Dema em behsa Radyo Kurdî bikin wê demê kurdan nikaribûn bi zimanê xwe weşan bikirana, her timî rewşa kurdan di nava xeteriyê û qedexeyan de ye, lê dîsa jî rol û misyona kurdan hebû. Piştî Radyoyê Erîvanê li hemû deverên cîhanê hatin vekirin û dest bi weşana xwe kirin. Beriya Şoreşa Rojava di milê weşanê de gelekî kêm bû, lê piştî şoreşê êdî roj bi roj weşan bi awayekî baş dihat meşandin, rûxmî ku derfet kêm bû û qedexe hebûn jî lê rol û misyoneke di nava civakê de hebû. Li herêmên kurdan an welatên kurdan gelek derfet, şert û mercên zehmet derdiketin pêş ji bo wê jî her tim hewldan hebûn ku çawa weşana xwe bi şêwayekî baş bikin."   'Avakirina radyoyê bi serê xwe şoreşek e'   Stêrvanê bal kişand ser radyoyên dewletan û radyoyên dîtir ku çawa dewlet dixwaze desthiladariya xwe bide pêşxistin û wiha pê de çû: "Dema em behsa radyoyên li van herêman bikin ji ber ku em jî di nava erdîngariya Sûriyeyê de ne û ji wê ne qut in, yê me em di nava radyoya xwe de dengê hemû pêkhateyên ku di herêmê de dijîn derdixin. Lê yê dewletê,  tenê zayendî, desthilatdarî, nîjadperestî,  rengê mêr derdikeve pêş. Lê radyoyên me  bi şoreşê hatine avakirin û bi rêya van radyoyan em dîroka kevnar ji gel re radigihînin û çanda xwe zindî dikin. Radyo ji bo civakê gelekî girîng e ji ber dibe wek nexşeyek. Bi rêya radyoyê nîqaş bi civakê re tê kirin û nêzî gel e. Pirsgirêkên civakê bêhtir bi rêya radyoyan tê çareserkirin û bêhtir civak li radyoyê guhdar dike. Radyo bi xwe yek ji wesîleyên ku mirov xwe bigihîne hev e."   'Di xebat û avakirina radyoyê de rola sereke ya jinan e'   Endama Radyo Star FM ya navçeya Tirbêsipiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê, Medya Silêman teqez kir ku radyo yek ji wesîleyên çapemeniyê ya herî kevnar e û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em roja Radyoyê ya Cîhanê li tevahî endam û xebatkarên radyoyê pîroz dikin. Ji amûrê çapemeniyê yê herî ku dihat guhdarkirin yek jê radyo bû, lê di van demên dawiyê de êdî teknîk pêş ketiye divê hîna wek berê radyo neyê guhdarkirin. Dîsa jî bi rêya guhdarkirinê mirov bi gelek bûyeran dihise. Her wiha gund û bajaran li ser yek radyoyê nûçe guhdar dikirin, ji bo vê jî ji dîrokê heta roja îro jî girîngiya radyoyê heye. Di nava xebatên radyoyê de yê herî zêde rol leyistiye jin in, di hemû beşan de wek dengbêja Kurdî dema em behsa vê yekê bikin di hemû beşan de jinan pêşengtî kirine. Di pergala dewletan de tenê jin di yek qalibê de hiştibûn, lê îro jinan Radyoyên xweser ava kirin û rêvebertiya wê dike, ev bi xwe ji bo me jinan gaveke girîng e. Bi hêviya ku girîngiya radyoyê neyê windakirin bi taybet jin-dayik dengê Radyo guhdar bikin ji ber di radyoyan  de bêhtir deng û rengê jinê derdikeve pêş."