ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-13 09:00:00   *Endama Radyo Kobanê FM'ê Stêrvan Cûcû û Endama Radyo Star FM'ê Medya Silêman têkildarî Roja Radyoyê ya Cîhanê  wiha gotin:"Di qada ragihandinê de ji amûra herî bi bandor yek jê radyo ye. Radyo dengvedana hestên mirovan e û di xebat û avakirina radyoyê de rola sereke ya jinan e." DÎMEN HEYE   *Parêzer Nerîman Hisên derbarê komploya navneteweyî û tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin de wiha got: "Tirkiye bi vê komployê dixwaze di şexsê Rêber Apo de hemû azadîxwazan tune bike û çirûska azadiyê di nava gelan de tune bike. Lê komplo nikare çirûska azadiyê tune bike." DÎMEN HEYE   *Neyîma Mehmûd a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1990’an de li Lubnanê dîtiye hestên xwe wiha anî ziman: "Hêviya dîtina Rêber Apo di dilê min de her geş û zindî dibe. Her wiha êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamiya komploya 15'ê Sibatê ye." DÎMEN HEYE   *Jinên Serhedê di 22’yemîn salvegera komploya navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê hatiye kirin de bertekên xwe dubare kirin û gotin: “Bi milyonan kurd neçar in êdî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Em jî bi serokê xwe re 22 sal in di bin tecrîdê de ne.” DÎMEN HEYE   *Li Gimgimê ya Mûşê li gundê Yemîşenê, Besra Ergîn û Nurcan Ergîn ên bi sewalkariyê mijûl dibin diyar kirin ku ji ber bihabûna êm, sewal birçî dibin û got wek berê qezenca wan jî tune ye. DÎMEN HEYE   * Girtiya bi navê Cîhan Zamûr, derbarê grevan de banga hestiyariyê kir û got: "Îro bê dengî dê bibe sedema mirinan. Îro dem dema azadiyê ye." Dayika wê Heva jî daxwaza azadiya girtiyan kir û wiha axivî: "Li Cîhan 150 sal, li bavê wê jî du caran 20 sal ceza lê hat birîn. Jiyana min li ber deriye girtîgehan derbaz bû. Ez dibêjim êdî ji bêmafî û tecrîdê re bes e. Em azadiyê dixwazin.” BI DÎMEN   *Piştî Bendava Ilisûyê qediya û bendavê av girt, tevî hin mezrik û gundan bi hezaran donim erd jî di bin avê de man. Gundiyên ku gund û erdê wan di bin avê de mane diyar kirin ku di salên 90'î de bi hinceta ewlehiyê gund dihatin valakirin, niha jî ji ber bendavan gund tên vala kirin û gotin ku paşeroja wan di bin avê de ma. BI DÎMEN    *Li dijî êrişan dê îro ciwan li Şehbayê meşê li dar bixin. (11.00)   *Li dijî êriş û komployê dê li Şehbayê meş bê lidarxistin. (13.00)   *Li Helebê li dijî komployê dê meşa meşaleyî bê lidarxistin. (17.00)   *Têkildarî hevpeymana Sîdawê dê li Qamişloyê komxebat bê lidarxistin. (09.30)   *Dê li Qamişloyê pêşangeha ji bo 15'ê Sibatê bê lidarxistin. (11.00)   *Li Kobanê dê li dijî komploya navneteweyî meş bê lidarxistin. (11.00)   *Li dijî êrişan dê li Kobanê daxuyanî bê dayin. (12.00)   *Dê li Gundê Kobanê endamên Komîteya Zarokan li dijî komployê çalakiyê li dar bixin. (10.30)