'Êrîşên ser Garê dewamiya komploya 15'ê Sibatê ye' 2021-02-12 15:12:53     ŞEHBA - Şêniyên Herêma Efrînê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta tirk ên li ser qadên parastina medyayê û komploya navneteweyî şermezar kirin.   Şêniyên herêma Efrînê bi pêşengtiya Meclîsa navçeya Şêrewa ya Efrînê bi dirûşma "Bimre komplo û bimre îxanet" bi meşek girseyî êrîşên dewleta tirk ên li ser qadên parastina medya û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir.  Di meşê de nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê, gelê Şêrewa û bajaroka Til Rifatê, beşdar bûn. Çalakvanan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankrtên bi nivîsên "Bijî berxwedana Gerîla", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" û "Bimre Îxanet" hildan.   Meş ji navçeya Dêrcimêl a Şehbayê dest pê kir û wargeha Veger a dikeve gundê Ziyaretê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê rawestiya. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Hevserokê Meclîsa navçeya Şêrewa Hesen Mûrad êrîş şermezar kir û got: "Komploya navneteweyî ku li ser Rêber Apo hatiye meşandin bi armanca tunekirina Gelê Kurd bû û êrîşên ku niha li ser Çiyayên Garê têne kirin dewamiya komployê ye. Lê divê Gelê Kurd li tevahî cîhanê li hember van êrîşên qirker bisekine û ev sekin ancax bi yekbûna kurdî bi ser bikeve."   Ji Rêveberiya Kongra Star Leyle Xelîl wihagot: "PDK xwedî dîrokeke îxanetkar e, lê divê ji vir û şûnde rastiya daxwazên tirkiyeyê nas bike û li gorî yekbûna kurdan û berjewendiyên gelên kurd tev bigere. Hêzên Parastina Gel bi armanca avakirina Kurdistaneke azad û gelê azad têdikoşe ji bo wê jî divê hemû kurdên li Kurdisatnê destek bidin Hêzên Parastina Gel heta ku em bibin xwediyê welatekî azad û karibin bi nasnemeya xwe ya kurdî bijîn."    Meş bi diruşmên "Bimre îxanet" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.