Malbatên Şehîdan li dijî komployê daxuyanî dan 2021-02-12 14:56:37     ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li ber saziya xwe daxuyanî dan.   Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li navçeya Til Qirehê ya Şehbayê şermezar kir. Endam, rêveberên meclîs, malbatên şehîdan tevlî daxuyaniyê bûn.  Di daxuyaniyê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Meclîsa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsa "Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo komployek li dijî vîna gelan, demokrasi û aştiyê ye" û "Azadiya Rêber Apo mîsogeriya avakirina netewa demokratîk e" hatin hildan.   Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Ufê Mihemed ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Komploya ku li dijî Rêber Apo di dîroka 15'ê Sibata 1999'an de hatiye meşandin, em bi tundî şermezar dikin. Komploya ku li ser Rêber Apo hatiye meşandin ne bi destê dewleta tirk tenê bû, bi awayekî pilankirî û navneteweyî hate meşandin. Rêber Apo di Girava Îmralîyê de hate dîlgirtin. Rêber Apo Girava Îmralî kir çavkaniya azadiya rast a gelan. Niha jî em şerê cîhanê yê sêyemîn dijîn û navenda vî şerî jî Rojhilata Navîn e. Bi riya vî şerê qirêj xwestin gelê ku hilma azadiyê girtin qir bikin. Lê Rêber Apo li tevahî Rojhilata Navîn ji bo gelan bûye rêya azadî, çareserî û hebûnê.   Em weke Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê sonda me ew e ku asta têkoşînê mezin bikin û çalakiyên xwe li her derê zêdetir li dar bixînin. Banga me ji hemû civakên navneteweyî re heye ku tevlî rêya azadiyê bibin û zextekê li ser faşîzma tirk bidin meşandin û Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan ji Imraliyê rizgar bikin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.