73 roj in çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê didome 2021-02-12 10:18:46   ŞENGAL - Çalakiya bi dirûşma "Em hemû asayîş in" ya ku li ber Navenda Asayîşa Şengalê hatî destpêkirin 73 roj in didome.    Çalakiya ku li ber Navenda Asayîşa Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" hatî destpêkirin 73 roj in didome. Çalakî dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê hatibû destpêkirin.    Xelkê Şengalê diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.