Li Mexmûrê koma 29’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-02-12 10:17:04   MEXMÛR -  Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin, îro koma 29'emîn çalakî dewr girt û çalakî 57 roj in didomin.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 29’emîn ji koma 28’emîn dewirgirt û 57 roj in çalakî didome.   Di merasîma dewirgirtinê de li ser navê koma 28’emîn Selma Bozan axivî û got: “Em di nava pêvajoyekî giran re derbas dibin, ji bo wê jî divê em bibin xwedî helwestekî xurt û li hemberî êrîşan bisekinin. Em jî weke jinên ciwanên Mexmûrê bi beşdarbûna xwe ya çalakiyan bertek û helwestê xwe nîşan didin. Weke tê zanîn di roja me ya îro de PDK’ê bi her şêweyî hevkariya dewleta Tirk dike, ji bo wê jî divê li hemberê vê yekê em bê deng nemînin. Wê her çalakiyekê me, dengê me û rengê me bibe guleyek û bi serê dijmin de biteqe. Li ser vê esasê jî em bang li hemû ciwanan dikin ku dengê xwe bilind bikin, ji ber ku deng û rengê ciwanan wê di pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de bibe pêngaveke herî mezin di azad kirina tevahî cîhanê de. Tiştê ku ji me tê xwestin jî ew e ku em bi destê xwe dîrokê binivsînin. Ji bo wê jî hêzek û rêxistinbûnekê mezin pêwîste. Êdî dem hatiye ku em weke ciwan li tevahî cîhanê xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bikin yek."   Merasîm bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.