'Em ê warê xwe bixemilînin' 2021-02-12 10:02:37   Evîn Zenda / Viyan Seid   ŞENGAL - Jinên Şengalê ku piştî fermanê û heta niha ji bo rengînkirina warê xwe kedeke mezin didin vê carê jî bi çandina berûyan hewl din xwezaya xwe dewlemend bikin.    Ji Fermana 73'yan ku bi destên çeteyên DAÎŞ'ê li şengalê hat kirin herî zêde jin hatin mexdûrkirin. Lê jinan li gel vê mexdûriyetê jî xwe bi rêxistin kirin û ji bo ku warê xwe ji nû de zindî bikin ketin nav hewldanan.  Jinên Şengalê ku bê rawestan kar û xebatên xwe berdewam dikin vê carê jî ji bo ku warê xwe şên bikin, di pêşengtiya Tevna Alikariya Jinên Êzidî û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) dest bi çandina berûyan kirin. Jinên ku berûyan diçînin diyar kirin ku ji bo bedewkirina warê xwe çi ji destên wan bê wê bikin.   Ji jinên ku berûyan diçînin Nûrê Şengalî wiha bahsa karê ku dike kir: “ Me weke jinên Şengalê îro dest bi çandina beroyan kiriye. Berê ev çiya tev dar bûn, lê ji ber bê derfetiyan gel mecbûr ma ku ji bo debarê gelek daran bibire. Lê em bi biryarin warê xwe di her milî de bi xemilînin û em bi vê xebatê keyfxweş û bextewarin.”   'Em ê warê xwe tev bikin dar'   Ciwana bi navê Zahide Xelef jî wiha got: “Em îro ji xanesorê hatine deşta Şilo ji bo çandina beruyan, ev der bê dare em jinên Şengalê hewl didin warê xwe tev bikin dar. Herwiha em bi her awayî li warê xwe xwedî derdikevin.  Ji bo asayiş û xweseriya Şengalê jî çi bikeve ser milê em em ê bikin. Dijmin çi gefan dikin bila bikin em ê xweseriya xwe bi dest bixin.”    'Serkeftin wê ya me be'   Dayika bi navê Şemê Şemo jî di dawî de wiha qala biryardariya xwe ya ji bo bi hêzkirina Şengalê kir: “ Em weke dayik îro tev hatine ji bo karekî. Dijmin dixwaze me tûne bike lê em ê li dijî wê xwe bi hêz bikin. Ew bila tehdidian bi barinin. Li dijî vê em ê jî çalekî û xebatên xwe berdewam bikin û serkeftin wê ya me be.”