Polîtîka jina makul tê wateya betaliya jinê 2021-02-12 09:16:32   ÎZMÎR - Şaziye Kose da zanîn ku bi pandemiyê re betaliya jinan zêde bûye û got polîtîkayên desthilatariyê yên jina makul jî raste rast bi xizaniyê jinê bi bandor dike.   Berpirsa ji Komîsyona Aborî ya HDP’ê Cigira Hevserokatiya Giştî Şaziye Kose got di pêvajoya pandemiyê de jin mahkumê birçîbûnê hatine kirin û got polîtîkayên desthilatariyê yên jina makul jî raste rast bi xizaniyê jinê bi bandor dike.   Meclîsa jinan a HDP’ê hewl dide jinan heyî bike   Şaziyeyê daxuyakirin ku di butçeyê de navê jinê tune û got di Komxebata Jinan a HDP’ê de yekem bar  butçe bê avakirin, der barê avakirina butçeya jinan û di butçeyê de xwedî gotin de xebat meşandine. Şaziyeyê bi lêv kir ku di esasê daxwazên ji komxebatê derketine de hemû parlamenterên HDP’ê girêdayê zayenda civakî de avakirina butçeyê xwestine. Şaziyeyê wiha got: “Li gelek welatên cîhanê pêngavên girîng hatin avêtin. Xebat tên kirin lê bi awayekî pratîk bandor li butçeyê nake. Em wek meclîsa jinan a HDP’ê dê faliyetên xwe bimeşînin.”   'Xizanî û betaliya jinan gelek zêde ye'   Şaziyeyê her wiha diyar kir mêr ji bo jinan ji hilberînê dûr bixin û hepsê malê bikin seranserê dîrokê serî li şîdet û xîleyan dane û îro jî jin dest ji hilberînê bernadin û wiha pê de çû: “Di pratîkê de beşek mezin a jinan betal in. Piştî pandemiyê û bi krîzê re jî gihişt asteke mezin. Xizanî û betaliya jinan gelek zêde ye. Her wiha ji bo jinan qedandina zanîngehê jî têr nake. Piranî jin bi rojaneyê dixebitin. Jinên karkerên demsalî jî bi pandemiyê re betal man.”   Şaziyeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku betaliya jinan girêdayî têgeha jina makul e û wiha dawî lê anî: “Têkoşîna jinan bi qasî ew nabînin zêde bûye. Jin bi awayekî zelal li kolanan dibêjin ku vê qebûl nakin. Ji ber em ne jinên makul in. Em ne zanîngehên jinan ne jî vê qebûl nakin.”