‘Ya li Îmraliyê tê kirin îşkenca spî ye’ 2021-02-12 09:14:46   ENQERE- Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca derbarê polîtîkayên tecrîdê axivî û got: “Tiştên li Îmrali tên kirin îşkenca spî ye. Hemû kesên dixwazin tecrîdê bişkînin divê di 15’ê Sibatê de dengê xwe bilind bikin.” Ayşe Surucu jî got divê tecrîd bê kişandin û jiyanek bi aram bê avakirin.   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikeve 22 saliya xwe. 22 sal in Abdullah Ocalan ji hemû mafên xwe bêpare. Ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha bi hezaran kesî li dijî vê tecrîdê çalakî pêk anîn û daxwaza ‘ji bo Ocalan azadî’ qêriyan. Girtî ji 27’ê Mijdarê de ne bi armanca rakirina tecrîda li ser Abdullan Ocalan di grevê de ne. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca û parlamentera Rihayê Ayşe Surucu derbarê mijarê de nirxandin kirin.   Feleknas Ucayê komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got tecrîd berdewama komploya navneteweyî ye û got: “Dewletên 22 sal Abdullah Ocalan teslîm kirin îro jî tecrîdê nabînin. Fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Gelê Kurd Kurd jib o hemû gelên Rojhilata Navîn girîng in. Îro jî tecrîd her diçe giran dibe. Naxwazin fikrên Ocalan belav bibin. Tecrîd li dijî felsefa jiyana azad tê meşandin.”   ‘Çima dewlet berê xwe nadin Îmraliyê’   Feleknazê destnîşan kir ku Ocalan di pirtûkên nivîsandiye de gotinên girîng tîne ziman û got: “Gelo ger ku pirsgirêka kurd di hefteyekê de çareser dibe çima dewlet berê xwe nadin Îmraliyê? Çima naxwazin pirsgirêkê çareser bikin. Çima tecrîd tên girankirin. Ev jî nîşan dide ku naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin. Li şûna çareseriyê qetilkirina Gelê Kurd rewa dibînin.”   ‘Girtiyan bedena xwe dan ber agir’   Feleknasê di berdewamiyê de got mafê her girtiyekê yê bi parêzeran re hevdîtin û parastinê heye û wiha pê de çû: “Divê qanûn pêk bên. Di 21 salî de Abdullah Ocalan tenê carekê bi malbatê re di telefonê de axivî. Hemû cîhan vê dijhiqûqiyê nabîne. Tecrîd li hemû girtîgehan belav bû. Li tu devera cîhanê ji bo Rêberan keksî xwe neşwitand. Ji bo Ocalan destan hatin nivîsin. Gelek çaran çalakiyên birçîbûnê hatin pêkanîn. Girtiyan ji bo Ocalan bedena xwe dan ber agir. Di 22 salan de li ser Gelê Kurd polîtîkayên qirêj hatin meşandin. Gelê Kurd rastî ferman û qirkirinan hatin. Gelê Kurd û dostên wan dibêjin dem dema azadiyê ye. Azadiya Birêz Ocalan tê xwestin. Wê demê divê em li dijî faşîzmê bibin mertal û li dijî vê bisekinin.”   Her wiha Feleknasê daxuyakirin ku lingekî kampanya ‘Ji bo her kesî edalet’ ya HDP’ê daye destpêkirin jî tecrîde û got wê derbarê vê de xebat û têkoşînan mezin bikin û wiha got: “75 roje grev didomin. Barê giran li ser milê girtiyane. Girtî bedena xwe didin ber birçîbûnê. Divê tu kes bêdeng nemînin. Bêdengî dibe sedema giranbûna tecrîdê. Gelê Kurd Birêz Ocalan wek xeta sor dibîne û divê Ewropa jî vê wisa bibîne. Divê CTP peywira xwe bîne cih.”   ‘Tiştên tên kirin îşkenca spî ye’   Feleknasê bi lêv kir ku tiştên li Îmraliyê tên kirin îşkenca spî ye û got: “Berxwedana li zinandan berxwedana jiyanê ye. Dem dema azadiya Ocalan e, dem dema vekirina deriyên girtîgehane. Ev dijhiqûqiya li Tirkiyeyê li tu derê tune. Tiştên li Îmraliyê tên kirin jî Îşkenca spî ye.”   ‘Divê jiyanek aram bê avakirin’   Parlamaenter Ayşe Surucu jî daxuyakirin di encama polîtîka tecrîda li Îmraliyê de, jin, ciwan û hemû civak di bin tecrîdê de ye û got: “Ji bo ev krîz bidawî be divê polîtîka tecrîdê bidawî be. Tecrîdê bandor li ser hemû aliyê civakê kiriye. Ji kaos û krîzê derketin, bi Îmraliyê pêkane. Divê şert û mercên azadiya Ocalan bê arifandin û pêvajoyeke nû ya çareseriya demokratîk bê destpêkirin. Niha bi sedan girtî ji bo tecrîdê di grevê de ne. Divê tu kes li dijî vê bêdeng nemîne. Ji bo aştiyeke bi rûmet, çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîd bidawî be. Divê tecrîd bê şikandin û jiyaneke bi aram bê avakirin.”