Rîm El Ferho: Em ê bi dengê xwe qêrîna civakê ragihînin 2021-02-12 09:11:16   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Radyoya Sewt El-Heyat Rîma El-Ferho, bi boneya Roja Radyoyê ya Cîhanî teqez kir ku radyo di avakirina civakeke wekhev û azad de xwedî roleke pir girîng e  û got:"Em ê bi dengê xwe qêrîna civakê ragihînin."   Di 13’ê Sibata 1946’an de Neteweyên Yekbûyî  ev roj weke rojeke taybet ji bo tevahî xebatkarên radyoyê hilbijartin. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek radyo hatin avakirin û bûn dengê heqîqeta civakê. Têkildarî vê mijarê Endama Radyoya Sewt El-Heyat, Rîm El-Ferho, ji ajansa me re nirxandin kir.   'Radyo ji bo civakê hevaleke dirust e'   Rîm da zanîn ku radyo çavkaniya agahiya ye, bi riya wê civak zane û perwerde dibe û wiha pê de çû: "Radyo bi riya bernameyên rengo reng, spot, stran û nûçeyan de, tê hezkirin û guhdarkirin. Pêre jî civak tê girêdan. Radyo ji bo civakê hevaleke dirust e, di kîjan şert û mercan de be mirov dikarin lê guhdar bikin. Ji ber ku heqîqeta jiyana civakê derdixe pêş tê hezkirin û guhdarkirin. Hêzên desthilatdar bi riya malperên medaya civakî de şerê taybet didin meşandin.  Her wiha civakbûnê qels dikin û çanda gelan di pişaftinê re derbas dikin. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek radyo hatin avakirin, bi armanca ku bibin dengê heqîqetê. Yekem radyo Dengê Cûdî bû ku bû dengê civaka azad û têkoşînvan. Berpirsyariya ku dikeve ser milê van radyoyan perwerdekirina civakê ya li ser bingeha Pirojeya Netewa Demokratîk, derxistina rastiyê û berxwedana gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bû.  Her wiha li hember zîhniyeta baviksalarî, dagirkeriya dewleta tirk û sûcên şer yê ku dewleta tirk li dijî sivîlan pêk tîne, bernameyên xwe bi belge pêşkêş dikir."   'Radyo xîtabî çanda mirovan dike'   Rîm destnîşan kir ku li her bajarekî Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, radyo hatine avakirin, ji ber her bajarek xwedî taybetmendiyek cuda ye û wiha domand: "Her bajarek di Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de radyoyek lê hate avakirin, ji ber ku ew radyo  xîtabî çanda mirovan dike.  Her wiha taybetmendiya bajar esas digire. Em wekî radyoya Sewt El- Heyat li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşana xwe bi zimanê erebî dikin. Ji bo ku em dengê rastiyê derxînin bi taybet bajarên ku nû ji destên terora DAIŞ’ê hatine rizgarkirin em xîtabî wir dikin. Dewleta tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî Serêkaniyê kir û Radyoya Waşûkanî kir . Îro dagirkeriya dewleta tirk êrişî rojnamevanan jî dike da ku dengê rastiyê were rawestandin û wehşeta ku li dijî sivîlan pêk tîne ji raya giştî re neyê parvekirin."   'Em ê bi dengê xwe qêrîna civakê ragihînin'   Rîm di dawiyê de li ser girîngiya xebatên radyoyê axivî û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Radyo yek ji deskeftiyên herî girîng a di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ye û xwediyê mîrasek fedekar e. Em ê şopdarê rêka hevalên xwe yên rojnemevan Şehîd Dilîşan, Rizgar, Nûjiyan û Sead bin.  Em ê bi dengê xwe qêrîna civakê ragihînin û destdirêjiya desthilatdaran derxînin holê."