TJA kampanya xwe di çarçoveya grevên birçîbûnê de didomîne 2021-02-12 09:09:53   SÊRT- Aktivîstên TJA'yê der barê xebatên kampanyaya "Em xwe diparêzin" de axivîn û anîn ziman ku ew kampanyaya xwe di çarçoveya grevên birçîbûnê de didomînin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de ku berî bi pênc mehan li dijî, destdirêjî, qeyûm, talankirina xwezayê, êrîşa zayendî li dijî zarokan, qirkirina jinan, êrişên li ser zimanê kurdî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, li Sêrtê bê navber berdewam dike. Kampanya ku li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê hat destpêkirin bi eleqekê mezin û tevlîbûna jinan mezin dibe.     Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên li Sêrtê, di çarçoveya kampanyayê de û xebatên xwe de axivîn.     ‘Xebatên me bê navber didomin’   Aktîvîsta TJA’yê Aycan Dayanan, bal kişand ser armanc û encamên kampanyayê û got: “Ev kampanya me beriya 5 mehan dabû destpêkirin û xebatên me hîn berdewam dikin. Me kampanyaya xwe li dijî qirkirina jinê, tundî, tecrîd, tunekirina xwezayê û êrîşên li ser zimanê kurdî dabû destpêkirin. Em, mal bi mal, kolan bi kolan û tax bi tax digerin û diçin serdana jinan û belavokan belav dike. Em bi jinan re civînan li dar dixin û derbarê kampanyayê de jinan agahdar dikin. Her wiha em pirsgirêkên jinan jî gûhdar dikin û çareser dikin. Xebatên me eleqeyeke mezin dibînin. Dem bi dem di dema xebatan de em tên astengkirin jî.  Sêrtê cihekî biçûk û feodal e ji ber wê jin zêde nikarin ji malê derkevin. Li gel vê jî jin eleqeyeke mezin nîşanî xebatên me didin, her wiha em li gundan jî digerin û xwe digihînin jinan. Em bi jinan re hevdîtinan pêk tînin û pirsgirêkên wan guhdar dikin.”   'Ev jî cureyekî din ê tundiyê ye'   Aycan, diyar kir ku ew di çarçoceya kampanyayê de balê dikişînin ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li girtîgehan hatiye destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî rakirina tecrîdê û dawîbûna binpêkirina mafên girtiyan di hemû girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Jinên ku di girtîgehan de jî bi heman armancê vî çalakiyê didomînin. Di girtîgehan de eşyayên girtiyan nayên dayîn û zext li ser wan tê kirin. Ev jî cureyekê tundî û îşkenceyê ye. Tundiya derûnî ji tundiya fîzîkî xiraptire. Ji ber vî yekê em dema xebatên xwe di çarçoveya kampanyayê de dimeşînin bi taybetî balê dikişînin ser vî yekê. Em di xebatên xwe de yek bi yek ji jinan re dibêjin û tînin ziman. Her wiha em ê di çarçoveya vî kampanyayê de jî xebatên xwe yên 8’ê Adarê bimeşînin. Di xebatên 8’ê Adarê de dîsa em ê li ser tecrîd, çalakiya greva birçîbûnê, tundî û komkûjiya li dijî jinê bisekinin.”     'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Aktîvîsta TJA’yê Meliha Orenç jî da zanîn ku wekî her salê dê îsal jî xebatên 8’ê Adarê bê navber û bi coşekê mezin bidin destpêkirin û wiha domand: “Em her sal tax bi tax û kolan bi kolan digeriN û derbarê 8’ê Adarê de jinan agahdar dikin. Jin ji aliyê pergalê û mêran ve tim zext li wan tên kirin. Roj namîne ku jin nayê qetilkirin. Em ê li heMber van êrîşan têkoşîna xwe bidomînin. Divê em jin li hember vê pergalê xwe biparêzin û yekîtiya xwe ava bikin. Demokrasî û azadiya civakê bêyî jinê nabe. Heta jin negihîje mafê di civakê de demokrasî pêk nayê. Lê pergala desthilatdar destûrê nade ku jin bigihîje mafên xwe. Em ê di 26’ê Sibatê de starta çalakiyên  xwe yên 8’ê Adarê bidin. Banga me ji bo  hemû jinan ew e ku di 8’ê Adarê de  dengê xwe bilind bikin. Lê ne tenê 8’ê Adarê, divê em her roj dengê xwe bilind bikin.”   ‘Îsal 8’ê Adarê ji salên borî cudatir û taybetir e’   Melihayê, bal kişand ser polîtîqaya bêcezakirinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek jin ji aliyê mêrên serdest ve tundî li wan tê kirin û tên qetilkirin. Lê kesên qetil dikin û tundiyê dikin bê ceza dimîn. Em ê li dijî polîtîkayên bê cezakirinê  di 8'ê Aadarê de li qadan bin û dengê xwe bilindtir bikin. Îsal 8'ê Adarê ji salên borî cudatir e. Ji ber ku li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan di serî de li girtîgehan li gelek deveran çalakyên grevê hene.  Divê em jin û Gelê Kurd bibin dengê çalakgeran. Tişta ji destê me tê divê em bikin. Ji ber wê bi taybetî di çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê de em ê herî zêde balê bikişînin ser çalakyên grevê û li qadan bin. Ez bang li hemû jinên Sêrtê çi ereb çi kurd be dikim ku dengê xwe bilind bikin û yekîtiya xwe ava bikin.”