'Strageha me axa me ye' 2021-02-12 09:08:22   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Henûf El-Hemûd ruxmî derfetên kêm ên jiyanê û xeteriya êrîşên dewleta tirk ên li ser Gundê Gozeliyê yê navçeya Til Temira Kantona Hesekê terka gundê xwe nake. Henûfê wiha got:"Piştî dagirkeriya dewleta tirk barê me giran bû û gelek alozî rû dan. Lê dîsa em terka gundê xwe nakin. Strageha me axa me ye."   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava şerê ku ev 9 sal in dewam dike, gel ji xwe re xeta bexwedanê hilbijart. Li kêleka şervanên ku axa welat ji terorên Cebhet El-Nûsra û DAIŞ'ê rizgar dikirin, şêniyan jî hêza xwe ya parastinê xurt dikirin. Şêniyan di nava şerê heyî de dikarîbûn ji nû ve jiyana xwe ava bikin. Bi êrîşa dewleta tirk û komên girêdayî wê ji 9'ê Cotmeha 2019'an  ve li hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek aloziyên bingehîn ên jiyanî, civakî û aborî rû dan. Sivîlên ku li gundewarên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ne, ji destpêka êrişan heta roja îro bi gelek êş û janan re rû bi rû dimînin.    Li kêleka qutkirina avê,  dewleta tirk bi topbarana gundewarên navçeyê xeta ceyranê jî qut dikin. Gundê Gozeliyê  yê navçeya Til Temira Kantona Hesekê yek ji wan gundên ku zêdetirî salek û 4 mehe bi êrîş, topbaran û xeteriya dewleta tirk re rû bi rû dimîne. Beşek ji şêniyên gund li cihê xwe mane û li hember hemû zehmetiyan dev ji axa xwe bernadin. Beşa din jî neçarî koçberiya bê derman bûne. Dema ku mirov li nava gund digere, gelek dîmenên bi êş dibîne, hîs dike bê çiqasî gel êşê dikşîne û li hember wê jî bi afirandina hin tiştan wê derman dikin. Henûf El-Hemûd dayikeke 65 salî ye li Gundê Gozeliyê  yê navçeya Til Temira Kantona Hesekê dijî. Di êrîşa DAIŞ'ê ya li ser gund de di sala 2015'an de li berxwe da û serî ji wan re netewand. Henûfê ya ku tevî zarokên xwe li Gundê Gozeliyê dijî behsa êriş, rewşa çandiniyê û daxwazên xwe kir.   'Bi dagirkeriyê re gelek aloziyan rû dan'    Henûfê behsa zehmetiyên di peydakirina pêdiviyên jiyanî de kir û wiha dest bi gotina xwe kir: "Ev 4 sal in rewşa çandiniyê li herêmê ji ber êrîş, şewat û kêmbûna baranê paş ketiye. Dîsa jî ji ber dagirkeriyê û nebûna ceyranê em jiyaneke zehmet dijîn. Em nikarin pez û baxçeyê xwe av bibin, ji ber ku av tehl e jî em baş nikarin ku baxçeyên pir mezin biçînin. Bîrên avê hene, lê ceyran tune ye ku wê avê ji bîrê derxîne. Rêya M4 bûye rêya mirinê, mirov ditirsin bi kar bînin û pezê xwe li nêzî wê biçêrîne. Ji ber ji aliyê dagirkeran ve her tên hedefgirtin, talankirin û pezên wan tên dizîn. Em neçar dimînin ku anha rêya axê bi kar bînin, lê ew rêya jî ne xweş e."   'Zarok êzingên biçûk kom dikin, da ku em nanê xwe çêkin'   Henûfê da zanîn ku ew zarokên xwe yên biçûk dişînin nava erdan da ku êzinagan ji wan re bidin hev û bikaribin pê nanê xwe çêbikin û wiha domand: "Ji ber ku ev çend salên dawî em pembo naçînin, êzing jî kêm in. Lê li nava erdan, hinek êzingên biçûk hene, zarok wan kom dikin, da ku em pê nanê sêlê û yê tenûrê çêkin. Ez tiştên text yên di malê dişkînim û dixim hundirê tenûrê. Tenê da ku em pê nanê xwe çêkin. Ji vê rewşê zehmetir tiştekî din tune ye. Erdê me yê ku li başûrê rêya M4'an dikeve, ji ber dagirkeran em nikarin biçînin. Em tenê dixwazin ku dûrî dagirkeran bijîn."   'Em nikarim keçên xwe tenê bihêlim'   Henûfê da zanîn ku ji ber destdirêjî, revandin, îşkence û tecawizê ew nikarin zarokên xwe yên keç bi tenê bihêlin û ev tişt got: "Em nikarin keçên xwe bi tenê bihêlin, ji ber dewleta tirk dijminên jinan e û kiryarên bê exlaqî li jinan dikin. Malbata min li Hesekê ye, lê ez nikarim biçim serdana wan bikim. Ez gelekî ji bo keçên xwe ditirsim, taybet dema ku di saetên êvarî de topbaran çêdibe. Ez nikarim wan bi tenê bihêlim, ji ber ku bawerî bi çeteyan nayê û ew karên bê exlaqî dikin."   'Strageha me axa me ye'   Henûfê di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: "Em dixwazin dûrî dagirkeriyê bijîn. Em û sivîlên din jî ji koçberiya di hundirê gund û welatê xwe de westiyan.  Bila dagirker ji xaka me derkevin, ev der ne cihê wan e."