'Komplo faşîzma li dijî demokrasiyê radixe ber çavan' 2021-02-12 09:04:44   Sara Şêx Hesen   HELEB - Jinên ji Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin nêrîn û bertekên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em komploya navneteweyî mîna îxanetekê ya li ser Rêber Apo bi nav dikin. Rêber Apo wê azad bibe û em ê şahiya serkeftinê li derdora rêberê xwe bigirin."   Di dîroka 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û radestî dewleta tirk hat kirin. 22 sal li ser dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbas bû. Di Girava Îmlariyê de tecrîd û zexteke mezin li ser Abdullah Ocalan tê meşandin. Ev demeke dirêj e tu agahî jê nîne, ne parêzer û ne jî malbat nikarin hevdîtinê pê re çêbikin. Têkildarî mijarê jinên Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê nêrînên xwe anîn ziman.   'Komplo faşîzma li dijî demokrasiyê radixe ber çavan'   Jina bi navê Yesmîn Idlibî ya ji pêkhateya ereb e, derbarê armancên komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nêrîna xwe anî ziman û wiha got: “Di dîroka 15’ê Sibatê de dewletên navneteweyî destên xwe kirin yek û li ser Rêber Apo komplo dan meşandin. Rêber Apo xwedî felsefeyeke rast û dirust e û ji bo tevahî gelan heta niha jî di Girava Îmraliyê de têkoşînekê dide meşandin. Rêber Apo ji me re wateya jiyana rast afirand ku em tê de xwedî bawerî û îrade bin. Her çiqas em kedê jî bidin, em nikarin heqê Rêber Apo bidên. Em deyindarên felsefeya azad in. Rêber Apo xwedî li mafê hemû gelan derket û desthilatdarî qebûl nekir. Komplo û tecrîda li ser Rêber Apo faşîzma li dijî demokrasiyê radixe ber çavan."   'Em ê şahiya serkeftinê li dora rêberê xwe bigirin'      Dîlber Ehmo da zanîn ku di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, tê xwestin kurd bên tunekirin û wiha pê de çû: "Em komploya navneteweyî mîna îxanetekê ya li ser Rêber Apo bi nav dikin. Em ê li dijî vê komployê her têbikoşin, ji ber me di riya fikrê azad de hebûn û nasnameya xwe weke jin girt. Em bi rêxistina xwe bawer in. Em ê di riya wê de serkeftinên mezin bi dest bixin.  Rêber Apo wê azad bibe û em ê şahiya serkeftinê li derdora rêberê xwe bigirin."   'Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her di nava xebatê de bin'   Feyrûz Heyder jî berteka xwe li dijî komploya navneteweyî anî ziman û ev tişt got: "Ji dîrokê de dewletên serwer dixwazin kurdan tune bikin. Ji bo berjewendiyên xwe pêk bînin, komplo di asteke navneteweyî de li ser Rêber Apo dane meşandin. Mirovekî mîna Rêber Apo cihê wî ne di zindanê de ye. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê hertim di nava xebatê de bin."