Yekîtiya Êzîdiyan têkildarî 15'ê Sibatê sînevizyonek da pêşandan 2021-02-11 15:04:04     ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan hatiye meşandin, Yelîtiya Êzdiyên Efrînê sînevizyonek li bajarokê Tel Rifetê yê Şehbayê li dar xist.   Yekîtiya Êzdiyên Herêma Efrînê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan hat meşandin, sînevizyonek li dar xist. Sînevizyon li bajarokê Tel Rifetê yê Şehbayê bi tevlîbûna endam û rêveberên meclîs, endamên sazî û dezgehên civaka sivîl û Yekîtiya Êzdiyan hate pêşkêşkirin. Hola sînevizyonê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.  Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Sûad Hiso axaftin kir.   Sûadê salvegera komploya navneteweyî şermezar kir û wiha dest bi dest axaftina xwe kir: "Rêber Apo ji bo tevahî gelan pira xelaskirina ji qirkirinê ye û rêya azadiyê pêşkêşî gelan kir. Lewra di sala 1998'an de bi komployekê  Rêber Apo ji Sûriyeyê derxistin û piştî wê bi salekê Rêber Apo bi destên sîstemên faşîst hate dîlgirtin. Rêber Apo ji bo gelan û mirovahiyê xeta têkoşînê û azadiyê pêşkêş kir. Em ê têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêber Apo dewam bikin."   Paşê sînevizyonek di derbarê jiyana Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan de hate pêşkêşkirin.