Çalakiya şêniyên Şengalê di roja 72'emîn de ye 2021-02-11 11:16:47   ŞENGAL - Çalakiya şêniyên Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê dane destpêkirin, di roja xwe ya 72’yan de berdewam dike.   Welatiyên Şengalê li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê, bi armaca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 72’yan de bi biryardarî dewam dike.   Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Çalakvan diyar dikin ku heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.