Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 77'emîn de ne 2021-02-11 09:27:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 16'an  di roja 77'emîn de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin  bi dewirgirina koma 16'an di roja 77'emîn de didome.