‘Li stargehan rêgezên veşariyê tê binpêkirin’ 2021-02-11 09:09:19   Şehrîban Aslan   AMED - Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, parêzer Berîvan Turan balkişand ser pirsgirêkên li stargehên jinan tên jiyîn û got li stargehên girêdayê ASPB’ê di rêgezên veşariyê de binpêkirin tên jiyîn.   Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, parêzer Berîvan Turan, pisgirêkên li stargehên jinan tên jiyîn vegot û got di mijara ‘Wekheviya Zayenda Civakî û Mafê Mirovan yên Jin û Zarokan’ de divê her kes bibe xwedî hişmend.   Berîvanê di berdewamiyê de wiha got: “Bi qanûnî de navnîşana stargehan veşartiye. Deşîfrekirin sûc e. Lê di pêkanîn û veşartiyê de binpêkirin tên jiyîn. Jin dema mafê xwe yê hevdîtina telefonê bikar tînin, nexwazin jî navnîşan tê îfşa kirin. Kesên ji malbatê yên van agahiyan digirin jî dixwazin mijarên wisa nav xwe de çareser bikin. Mînak jin zewicandibe navbeynkar dikin navberê. Bi vî awayî jina ku jiyana wê di bin tehdîda şîdetê de, jiyana wê dikeve xeterê.”   ‘Hêzên ewlehiyê dibin navbeynkar’   Berîvanê destnîşan kir ku jinên serî li hêzên ewlehiyê didin jî rastî hewldanên lihevkirinê tên û wiha pê de çû: “Hêzên ewlehiyê hewl didin bibin navbeynkar. Ji ber vê jî di serî de hêzên ewlehiyê, peywirdarên ŞONÎM, xebatkarên stargehan di mijara wekheviya zayenda civakî de bibin xwedî hişmend. Divê pêşî lê bê girtin ku jin zêde mexduriyetê nejîn.”   ‘Piştî qeyûman zêde pirsgirêk hatin jiyîn’   Berîvanê daxuyakirin ku li stargehan jin di şertên zehmet de dimînin û piştî qeyûm hatine pirsgirêk hîn bêtir giran bûne û hemû saziyên di qada jinê de xebat dimeşandin bin sîwana Wezareta Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakî (ASBP) de kom bûne û bi vê re jî stargehên rêveberiyên herêmî hatine girtin. Dema ev wisa dinêrin stargehên girêdayên rêveberiyên herêmî ji stargehên ASPB’ê baştirin. Divê stargehên girêdayê ASBP’ê şert û mercên wê bên başkirin. Gelek kêmasiyên wan hene. Di mijara çareserkirina hewcedariyên jinan de qelsî hene. Dikare mafê jiyanek bi kalîte bide jinan. Ev der dikarin bibin cihê ku jin dikarin bîhna xwe lê bigirin.”   Berîvanê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di şertên wisa de ewlehî û aramiya jinê gelek girînge û wiha dawî lê anî: “Stargehên jinan saziyên ku jinên rastî şîdetê hatine qebûl dike. Ji ber vê jî ev cihên wisa yekane cihê çareya ji bo jinan e. Di vî alî de divê agahiyên nasnameyên jinan, navnîşan veşarî bên girtin.”