Ji Kiymetê bang: Li dijî vê bêrûmetiyê bin 2021-02-11 09:08:32   COLEMÊRG - Dayika Aştiyê Kiymet Dogma ya ku du kurê wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, polîs lê geriyan û pêşniyar kirin ku biçe ber HDP’a Amedê. Kiymetê bertek nîşan da û li dijî vê bêrûmetiyê banga têkoşînê kir.   Endama Meclîsa Aştiyê Kiymet Dogma ya li Gever a Colemêrgê dijî du kurê wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Kurê wê Metîn li Dêrik a Rojava di 2014’an de jiyana xwe ji dest da û Jêhat jî di 2016’an de li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da. Dayika Kiymet bi salane têkoşîna aştiyê dide. AKP - MHP jî di demên dawî de li gorî îdiayan pere û kar pêşniyarê malbatên ku zarokên wan tevlî PKK’ê û hatine girtin dike. Lê bi hezaran malbat bertek nîşanê vê didin. Yek ji van jî Kiymet e. Kiymetê da zanî wan kurê wê kuştiye, ne PKK’ê.   ‘Te zarokên min kuştin’   Kiymetê daxuyakirin ku her tim zext li ser kurê wê bûne û got: “Ji dadgehê gazî min dikin. We kurê min kuşt. Ez çiyê wî bînim. We îşkence li kurê min kir. Kurê min ji ber we çû çiyan. Bila destên xwe bidin ser wijdanê xwe. Cilên kurê min li vir in. Şopa guleyan li ser in. Ev gule guleyên, polîs leşker û hîzbullahê ye. Jêhatê min hîna biçûk bû. Erdogan her roj dibêje ez zarokan nakujim. Lê binêre tu dikûjî.”   ‘Bila serî netewînin’   Kiymetê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû dayikan kir û got: “Ez bang li hemû dayikan dikim. Bila neyên lîstikên desthilatdariyê. 10 hezar TL’yê hikûmetê ji derdê we re nabe derman. Bila dayik rabin ser piyan. Hesabê xwîna zarokên xwe bipirsin. Bila dayikên Kurd rabin ser piyan.Em serî natewînin.”