Dayikên girtiyan: Demildest guh bidin dengê girtiyan 2021-02-11 09:04:31   Dîlan Babat   MÛŞ - Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîbûna binpêkirinên mafên girtiyan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin 77 roj in didome. Malbatên girtiyên bi navê Bîlal Babahanli û Ferhat Ozer ku ew jî di grevê de bûn, bang kirin ku divê deng bidin dengê girtiyan.   Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîbûna binpêkirinên mafên girtiyan di 27’ê Mijdarê de greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin. Bêdengiya rayedaran jî rastî bertekên mezin tê. Gule Babahanli û Ayşe Ozer ya li Gimgim a Mûşê dijîn bal kişandin ser grevên birçîbûnê.    ‘Hat sirgunkirin’   Gule got kurê wê Bîlal Babahanli li girtîgeha Tîpa L ya Panosê ye û li Stenbolê hatiye binçavkirin û anîn Mûşê û got: “Kurê min li Muşê piştî îfadê da hat girtin. Hinceta girtinê hevdîtinên telefonê bûn. Bîlal 7 sal in girtiye. 25 rojan li Mûşê ma û piştre anîn şandin Panosê. Sê zarokên kurê min hene. Hevjîna wî nexweşe. Çû Stenbolê ku derman bibe. 47 sal ceza dan kurê min. Îdareya girtîgehê zextan li girtiyan dikin. Em di têketina girtîgehê de rastî zextan tên. Kurê min niha li Panosê girtiye."   ‘Ez di camê de çawa bîhna kurê xwe bikşînim’   Gulê wiha berdewam kir: “Ji ber vîrûsê hevdîtin nayê kirin. Ji ber vê em zêde naçin. Dema nexweşî tunebû em mehê du caran diçûn hevdîtinê. Niha ji ber pandemiyê ez newêrim biçim. Ez biçim jî cam heye di navberê de. Ez wê wisa çawa kurê xwe behn bikim. Ez wek dayikekê dixwazim ku grev bidawî bibin. Divê daxwazên zarokên me demildest bên cih.”   ‘Em jî rastî pêkanînan tên’   Dayika girtiyê bi navê Ferhat Ozer yê li girtîgeha Wanê girtiye, Ayşe Ozer jî got kurê wê 5 sal in bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û got: “Kurê min jî di grevê de ye. Dema kurê min hat girtin îşkence lê kirin. Niha li dijî tecrîdê û binpêkirinan ketin grevê.”   Xwişka Ferhat Ozer, Zerda Ozer jî diyar kir ku li dadgeha herêmî darizandina wî didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevî ku delîlek şênber tune jî 5 sal in birayê min girtiye. Dema em diçin hevdîtinan em gelek dikevin zorê. Malbat heta diçin tên bêzar dibin. Pêkanînên kêfî hene. Li girtîgehan zext zêde bûne. Binpêkirinên mafan zêde bûne. Niha birayê min jî di grevê de ye. Divê em deng bidin dengê girtiyan. Divê ji bo ev êş bidawî bibin demildest pêngav bê avêtin.”