ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-11 09:00:00   *Rojnamevanên Jin ên Herêma Efrînê nêzîkatiya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya têkildarî vekirina Ofîsa Ronahî TV'yê ya li Başûr şermezar kirin û wiha gotin:"Destûra ji bo qenalên tirkî ya li Başûrê Kurdistanê tê dayin ji bo Ronahî TV'yê nayê dayin. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin." DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Edaleta Jinê ya Herêma Firatê Felek Yûsif, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand. Felekê wiha got: "CPT di domandina komployê de hevkar e. Ji ber vê heger tê xwestin ku mirovahî  ji desthilatdarî, serdestî û koletiyê xilas bibe, her wiha bi rengekî azad, wekhev û demokratîk bê jiyîn, divê xwedî li Rêber Apo bê derketin." DÎMEN HEYE   * Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, diyar kir ku hikûmetên Bexda, Hewlêr û Enqerê armanc dikin ku fermanek din pêk bînin û got: "Yên ku Şengalê tenê û bêparastin hiştibûn carek din dixwazin li ser Şengalê fermanek nû pêk bînin. Ji ber vê jî em dizanin ku ev hevdîtin ne tesadûfî ne. Ji bo komkujiya civaka êzidî ye." BI DÎMEN    *Hevseroka Meclîsa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo teqez kir ku Rejîma Sûriyeyê bi gelek rêbazan hewil dide li gorî berjewendiyên xwe gel bi kar bîne û got: "Pergala ku îro Rejima Sûriyeyê li ser şêniyên Şehbayê dide meşandin, rastiya rejîmê ye. Her dixwaze serweriya xwe li ser gel bide meşandin." DÎMEN HEYE   *Di 22’emîn salvegera ku Rêberê PKK’ê bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê de, Dayikên Aştiyê nêrînên xwe vegotin. DÎMEN HEYE   * Dayika Aştiyê Kiymet Dogma ya ku du kurê wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, polîs lê geriyan û pêşniyar kirin ku biçe ber HDP’a Amedê. Kiymetê bertek nîşan da û li dijî vê bêrûmetiyê banga têkoşînê kir. DÎMEN HEYE   *Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîbûna binpêkirinên mafên girtiyan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin 77 roj in didome. Malbatên girtiyên bi navê Bîlal Babahanli û Ferhat Ozer ku ew jî di grevê de bûn, bang kirin ku divê deng bidin dengê girtiyan. BI DÎMEN    * Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, parêzer Berîvan Turan balkişand ser pirsgirêkên li stargehên jinan tên jiyîn û got li stargehên girêdayê ASPB’ê di rêgezên veşariyê de binpêkirin tên jiyîn.   *Girtiya bi navê Jiyan Ay a li Girtîgeha Jinê ya Buryana Qeyseriyê di hucreyê de bi tena serê xwe tê girtin bi rêya hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re wiha got:"Cezayê mueebetê yê li min hatiye birîn li vir hîn bêtir giran dikin. Li vir ji ber şerdên min ên jiyanê ne baş e ez sewqa dixwazim. Lê min sewq nakin û min li vir bi zorê dihêlin."   *Dê li Şehbayê li ser 15'ê Sibatê sînevîzyon bê pêşandan. (12.00)   *Çalakiya kon a li ser 15'ê Sibatê dê li Kobanê bidome. (12.00)   *Li dijî êrişên dewleta tirk dê li Kobanê meş bê lidarxistin. (12.30)   *Li dijî êrişên dewleta tirk dê li Hesekê daxuyanî bê dayin. (12.00)   *Dê PYD li dijî êrişên dewleta tirk li Helebê meşê li dar bixe. (12.30)   *Li Şehbayê li dijî êrişan dê meş bê lidarxistin. (11.00)   *Li Qamişloyê li dijî êrişan dê daxuyanî bê dayin. (13.30)