Şêniyên Qamişlo êrîşên dewleta tirk şermezar kir 2021-02-10 19:17:05     QAMIŞLO - Tevgera Ciwanên Şoreşger ên bajarê Qamişloyê bi meşekê girseyî êrîşên dewleta tirk ên li ser qadê parastina medyayê şermezar kirin.   Dewleta tirk ji serê siharê bi balafirên şer êrîşî herêmên parastina medyayê kirin. Li dijî êrîşên dewleta tirk, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên bajarê Qamişloyê meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Partiya Yekîtiya Demokratîk hatibûn hildan. Meş ji çerxerêya Osman Sabrî dest pê kir, heta çerxerêya şehîd Rûbar veguherî mîtîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferhat Qertîmînî êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar kir û got: "Dewleta tirk di 15'ê Sibatê de bi komployek navneteweyî Rêber Apo dîl girtin û heta niha jî komplo li hember tevgera azadiya kurd û Gelê Kurd dewam dike. Niha jî dewleta tirk bi pilanek nû êrîşî herêmên parastina medyayê dike. Em wek ciwan û şêniyên bajarê Qamişloyê vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û em ê xeta berxwedanê bilind bikin."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Gelê Kurd" bi dawî bû.