Ciwanên Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk meşiyan 2021-02-10 16:45:44     ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û êrîşên dawî li ser herêmên parastina Medyayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Efrînê meşiyan.    Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Efrînê, bi armanca şermezarkirina salvegera komploya navnetewêyî ya li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, her wiha êrîşên dawî yên li ser herêmên parastina medyayê û bi dirûşma"Kurdistanê wê ji faşîştan re bibe goristan" meş li dar xistin. Meş ji dibistana navçeya Fafînê ya Şehbayê bi tevlîbûna endamên sazî û dezgehên civakî dest pê kir û li Goristana Şehîdên komkujiya Tel Rifetê veguherî mêtîngê. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û pankertên bi nivîsên "Teqez em ê ser bikevin", "Bimire îxanet" hatin hildan.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Endama Yekîtiya Mamosteyan a Herêma Efrînê Şêrîn Silêmen axaftin kir.   Şêrîn di destpêkê de salvegera komploya navneteweyî  derheqê Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan de şermezar kir û ev tişt got: "Bi dîlgirtina Rêber Apo Tevgera Azadiya Kurdistanê û Gelê Kurd dest bi çalakiyên li dijî komplo û dîlgirtina Rêbertî kirin. Êrîşên ku îro li ser herêmên Parastina Medyayê tên meşandin, dewamkirina komployê ye.  Komplo bin ketiye û wê her bi destên têkoşerên azadiyê têk biçe."   Li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Abdo axaftin kir.   Mihemed da zanîn ku armanca dîlgirtina Rêber Apo û meşandina ewqas planên qirêj ên derheqê gelê kurd de, tunekirina fikrê azadiyê ye û wiha got:"Hedefgirtina fikrê azad heta roja îro didome, mînaka wê êrîşên ku li ser herêmên Parastina Medyayê tên meşandin e. Tu kes nikare doza Kurdistana azad û Rêber Apo ji dilê gelan derbixe.  Partiya PDK'ê heya îxnetê li gelê xwe dike wê tu carî bi ser nekeve."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedan " bi dawî bû.