Bernameya kampanyaya ‘Ji bo jinan edalet’ hat aşkerakirin 2021-02-10 16:10:48     ENQERE - Meclisa Jinan a HDP’ê piştî starta kampanyaya "Ji bo jinan edalet" da, bernameya xwe ya rêzeçalakiyan aşkera kir.    Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), kampanya xwe ya “Ji bo jinan edalet" li Parqa Kûgûlû ya Enqereyê bi daxuyaniyekê ragihand. Piştî vê daxuyaniyê jinan bernameya rêze çalakiyên xwe aşkera kir.    Bernameya ku aşkera bû wiha ye:   “* Di navbera 10-17’ê sibatê de têkildarî lêgerîna tazî, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, pêkanînên li dijî jinên ku serî li parastina rewa didin çalakiyên zîncîrî û parqan bên lidarxistin.    * Di navbera 15-20’ê sibatê de bi awayekî navendî li 4 cihên diyarkirî ji bo çalakiya greva birçîbûnê, tecrîd û rewşa jinên girtî panel bên lidarxsitin.    * Di 19’ê sibatê de bi beşdariya parlamenterên jin ên HDP’ê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û rêxistin û saziyên din ên jinan li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê têkildarî pêkanîna biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyanî bê dayîn.    * Di 23’yê sibatê de parlamenterên jin ên HDP’ê û Meclisa Jinan a HDP’ê ya Anatoliya Navîn dê li ber Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê, ji bo 'Pêşîgirtina Qirkirina Jinan' daxuyanî bidin."   Her wiha di bernameyê de hat diyarkirin ku wê li Amed, Enqere û Stenbolê jî bernameyên hevdîtinên bi saziyên jinan re jî bên lidarxistin û hevdîtina li Stenbolê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan pêk bê.