'15 Sibatê wekî rojek reş di dîroka mirovahiyê de cih girt' 2021-02-10 13:51:53     HESEKÊ -Di salvegera 22'an a komploya navneteweyî ku di encamê de Rêberê PKK’ê Abdullah hate dîlgirtin,  li Hesekê kon hate vedan.   Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, Komîteya Çand û Hunera Kantona Hesekê, Ciwanên Şoreşger û Meclîsa bajarê Hesekê, li Daristina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a taxa Nasra li bajarê Hesekê kon vedan. Di konê çalakiyê de pêşengeha wêne û pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû amadekirin. Di roja yekemîn a çalakiyê de Rêxistina Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.   'Bi têkoşîna xwe azadiya Rêber Apo mîsoger bikin'   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Komîteya Çand û Huner a Kantona Hesekê Efaf Hesekê roja 15'ê Sibatê wekî rojek reş a li ser tevahî gelê cihanê pênase kir û wiha pê de çû: "Armanca komployê rawestandina doza kurdî bû. Heya niha jî ev komplo bi êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê dewam dike. Lê em dibêjin tu kes nikare roja me tarî bike. Em ê bi têkoşîna xwe azadiya Rêber Apo mîsoger bikin."   'Bi berxwedana Rêber Apo komplo têk çû'   Rêveberê Akademiya Şehîd Ezîz Elî jî  wiha got: "Komploya li ser Rêber Apo li ser tevahî mirovahiyê ye, 15 sibatê wekî rojek reş a di dîroka mirovahiyê de cih girt û rastiya kiryarên qirêj ên dewletan derxist holê. Lê bi berxwedana Rêber Apo komplo têk çû. Em weke gel ji bo rizgariya Rêber Apo tucaran ranawestin em ê her têbikoşin."   Hêjayî bibîrxistinê ye ku dê kon heya 14'ê Sibatê dewam bike.