10 Ekîm-Der: Em 64 meh in bi hêrs in 2021-02-10 13:25:40     ENQERE - Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê bi bîr anî. Di bi bîranînê de wiha hat gotin: "Me girîngiya têkoşînê nîşanî herkesî da. Em 64 meh in bi hêrs in. Em mirovên ku li dijî komkujiya ne."   Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der), qurbaniyên Komkujiya Gara Enqereyê bi bîr anî. Di bîranînê de pankarta ku wêneyên qurbaniyên komkujiyê li ser bû, hat vekirin. Seroka 10 Ekîm-Der’ê Mehtap Sakîncî, di bîranînê de axivî û diyar kir ku eywanên dadgehê ku bi dirûşma edaletê diçinê hêj li ser navê edaletê tiştek nedîtine.   Mehtap, bi bîr xist ku meha 64’emîn a komkujiyê ye û wiha axivî: “Me girîngiya têkoşînê nîşanî herkesî da. Em 64 meh in bi hêrs in. Dîroka vî welatî bi komkujiyan têjî ye. Em mirovên ku li dijî komkujiya ne. Tiştek bi me nehatibûya, me canên xwe windanekiribûna jî em ê bûna perçeyekî kesên li dijî komkujiyan têdikoşin.”   Mehtap, da zanîn ku cara ewil e bersûcek “ji sûcê dijî mirovahiyê” tê darizandin û wiha axivî: “36 kesên di dozê de tên darizandin 19’an ji îstînafê ceza girtin. Darizandinâ bersûcên din ên fîrarî jî li kursiyên vala berdewam dike. Di vê çarçoveyê de bi salan e em dixwazin daraza gelek komkujiyan çêbibe. Di vê pêvajoyê de şandeya dadgehê hat guhertin. Bi şandeya hatiye guhertin re danişîna doza me ya ewil wê 10’ê adarê bê dîtin, em li bendê ne ku hemû gelê me beşdar bibe.”