Daxuyaniya ji bo tecrîd û grevên birçîbûnê hat astengkirin 2021-02-10 13:24:48     AMED - Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî tecrîdê xwestin li ber Gîrtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyaniyê bidin lê bi hinceta pandemiyê hat astengkirin.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ji bo çapemeniyê daxuyaniyê bide. Beriya daxuyaniyê ber girtîgehê  ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Her wiha Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel, Remziye Tosun û Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA DER), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) beşdarî daxuyaniyê bûn. Lê bi hinceta pandemiyê polîsan nehiştin ku daxuyaniyê bidin.   Piştre heyet derbasê navçeya HDP’ê ya Peyasê bûn ku daxuyaniyê li wir bidin. Lê belê polîsan dîsa qad dorpêç kirin û nehiştin ku daxuyaniyê bidin. Gel li dijî polîsan bi dirûşman bertekên xwe nîşan dan. Dirûşmên “ Bijî berxwedana zindanan”, “Azadî ji bo girtiyên sîyasî”, “ Em ê ser bikevin”, “ Kurdîstan, ji bo faşîstan ew ê bibe goristan” berz kirin.   Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun axaftinek kir û got: “Me xwest îro ji bo piştgiriya çalakiya grevên birçîbûnê daxuyaniyê bidin lê dîsa jî derdorê me dorpêç kirin. Îro çalakiya greva birçîbûnê kete roja 76’an û em ê qirîna çalakiya grevên birçîbûnê li hemû cîhanê belav bikin. Em ê ji bo aştî û aramiyê ji qadan neçin û li ber xwe bidin.”