Platforma Jinan: Em ê di 5’ê adarê de li Kadikoyê bin 2021-02-10 13:24:01     STENBOL - Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê, ragihand ku dê îsal di 5’ê adarê de li Qada Îskeleyê ya Kadikoya Beşîktaşê bên gel hev û 8'ê Adarê pîroz bikin.    Bernameyên jinên ku amadekarî dikin ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê derkevin qadan, êdî zelal dibin. Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê, ragihand ku wê îsal di 5’ê adarê de li Qada Îskeleyê ya Kadikoya Beşîktaşê bên gel hev û 8’ê Adarê pîroz bikin. Platformê bernameya xwe li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kirin û destnîşan kir ku li dijî xizaniya ku bi pandemiyê re zêde bûye, tundiya zilam-dewletê derkevin û terka kolanan nekin.    Her wiha civînên platformê yên ji bo çalakî û bernameyên 8’ê Adarê jî didomin.