Li Mexmûrê koma 28’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-02-10 12:12:53     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin, îro koma 28'emîn çalakî dewr girt û çalakî 55 roj in didomin.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro bi bi merasîmekê koma 28’emîn çalakî dewr girt. Çalakî 55 roj in didome.    Her wiha ji beriya çalakiyê şoreşger Zehra Penaber hat bibîranîn û derbarê têkoşîna wê de sînevîzyonekê hat nîşandan. Merasîma dewr girtinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê koma 27’emîn Çîçek Orhan axivî.   Çîçek di destpêka axaftina xwe de Zehra Penaber bi bîranî û got: "Di serî de li ser navê koma 27’emîn ya ciwanên şoreşger em berxwedana girevên birçîbûnê bi rêzdarî em slav dikin. Weke tê zanîn ji sala 1999’an heya niha Serokê Gelê Kurd û mirovahiyê di bin sîstema îşkencê de tecrît kiriye. Li rexmê hemû hewildanên têkbirinê, zext û zordariya li ser Gelê Kurd hîna jî berdewame.   Ligel êrişên dewleta Tirkiyê bi heman rengî nêzîkatî û hişmendiya PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe yên kesî xaka Kurdistanê di firoşe û ji bo Yekitiya Netewî astengiyên mezin derdixe. Bila dost û dijminê me bizanibin ku em weke Gelê Kurd û Kurdistanê heya dawiya dilopa xwîna xwe, heya azadiya fizîkî ya rêberê xwe em ê tekoşîna xwe berdewam bikin.   Weke tê zanîn komploya 15’ê sibatê ji bo bi awayekî sîstematîk têkbirina tevgera azadî û pêşxistina îxanetê ya nava Gelê Kurd hat pêş xistin. Li ser vî esasî Rêberê gelan 23 sal in dibin tecrîtekî giran de tê ragirtin. Ji bo têkbirina vê tecrîtê em ê hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin û wek ciwanên şoreşger erk û berpirsyartiyên xwe bi awayek rêk û pêk pêşengtî bikin. Dibin şîara ku 'Tu kes nikare roja me tarî bike’ de em weke gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî di serî de Rêber Apo, berxwedanvanên zîndanan û tevahiya Gelê Kurd bi coş û kelejan silav dikîn."   Merasîm bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.