Ji Dayikên Aştiyê banga xwedîderketina li grevan 2021-02-10 09:08:30   COLEMÊRG - Greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi armanca terîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û şertên girtîgehan bên başkirin hatî destpêkirin, didomin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li Geverê diyar kirin ku bila daxwazên girtiyan bên cih.   Girtiyên PKK'yî û PAJK’î di 27’ê Mijdara 2020'an de bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe û zextên li girtîgehan bidawî be dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Grev di roja 76’emîn de ye. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê da zanîn ku grev wê jiyana girtiyan bike rîskê û bang kirin ku dengê girtiyan bên bihistin.   ‘Wê bedelên giran bên dayîn’   Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Nîharî Daniş, bang li hemû malbatên girtiyan kirin û gotin divê her kes rabin ser piyan û tecrîd bê şikandin. Nîharî wiha berdewam kir: “Bila tecrîda li ser girtiyan bidawî bin. Grevan cara duyem dîsa dest pê kir. Em naxwazin grev bidomin û divê daxwazên girtiyan bên cih. Grev bêdem dest pê bikin wê bedelên mezin bên dayîn, wê mirin çêbibin. Divê dayik rabin ser piyan ev tecrîd bê şikandin. Tecrîd neşkê wê bedelên giran bên dayîn."   ‘Divê em bibin yek û dawî li vê tecrîdê bînin’   Dayika Aştiyê Gulçîn Karaburk jî destnîşan kir ku ew naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê hikûmet pêngavê bavêje. Bila kezeba dayikan neşewite. Divê hemû dayik, malbatên girtiyan rabin ser piyan. Kurt, tirk ferq nake. Bila rabin ser piyan ev xwîn raweste.Tecrîd bê şikandin û pêkanîn bidawî bin. Divê em bibin yek û pêşî li vê zilmê bigirin.”