'Komploya 15'ê Sibatê wekhevî û mozayîka gelan hedef girt' 2021-02-10 09:01:39   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Rêvebera Bîroya Jinê ya TEV-DEM’ê ya Kantona Hesekê Zeyneb Hebeş, têkildarî komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin da zanîn ku komploya 15’ê Sibatê li dijî wekhevî û mozayîka gelan e û got:" Hêviyên me bi fikrê azad mezin bûn, ji bo wê me serkeftinên mezin mîsoger kirin."   Di 15’ê Sibata 1999’an de komployeke navneteweyî li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat û dîl hat girtin. Bi girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, dewleta tirk tecrîdeke giran li Girava Îmraliyê dide meşandin. Têkildarî mijarê, Rêvebera Bîroya Jinê ya TEV-DEM’ê ya Kantona Hesekê Zeyneb Hebeş nirxandin kir û ji me re parve kir.      'Komploya 15’ê Sibatê wekhevî û mozayîka gelan hedef girt'   Zeynebê diyar kir ku têkoşîna gelan wê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hilweşîne, her wiha armancên komployê vala derxistiye û wiha pê de çû: "Dewletên desthilatdar xwestin bi riya komployê, vîna têkoşîna gelan bişkînin. Berovajî armancên wan, hêzên demokratîk felsefeya Rêber Apo wergirtin û veguherandin sîstema avakirina civakeke azad û birêxistinkirî. Rêber Apo ji bo wekheviya gelan projeya Netewa Demokratîk pêşkêş kir û li dijî desthilatdarî û koletiyê têkoşiya. Komploya  di 15’ê Sibatê de wekhevî û mozayîka gelan hedef girt."   'Girtîgeha Îmraliyê bûye çavkaniya fikir û felsefeya azad'   Zeynebê da zanîn ku dewleta tirk zagonên navneteweyî û mirovî  di Girtîgeha Îmraliyê de binpê dike û wiha domand: "Dewleta tirk ji bo temenê aloziyan dirêj bike, tecrîdeke giran li ser Rêber Apo dide meşandin. Êrîşên ku îro li ser gelê me tên kirin ji aliyê dewleta tirk ve, ji armancên vê komployê ne. Dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne civakan qir dike. Rast e komploya 15’ê Sibatê bi me giran bû, lê Rêber Apo ji me re ev da diyarkirin ku êdî Girtîgeha Îmraliyê çavkaniya fikir û felsefeya azad e. Dîsa bi perspektîvên Rêber Apo rihê têkoşînê bi me re zindî bû û hêviyên me bi fikrê azad serkeftinên mezin mîsoger kirin."   'Wê vîna gel bi ser bikeve'   Zeynebê destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pirsgirêkên Rojhilata Navîn kûr dike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Pergala Netewa Demokratîk a ku Rêber Apo pêşkêş kiriye,  çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Lê ji ber sîstemên netew-dewlet vê projeyê wekî xeterî li ser berjewendiyê xwe dibînin, tecrîdê li ser Rêber Apo giran dikin. Em di wê baweriyê de ne ku dê vîna gelê me bi ser bikeve û komploya 15’ê Sibatê vala derbikeve."