ROJEVA 10'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-10 09:00:00   *Rêvebera Bîroya Jinê ya TEV-DEM’ê ya Kantona Hesekê Zeyneb Hebeş, têkildarî komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin da zanîn ku komploya 15’ê Sibatê li dijî wekhevî û mozayîka gelan e û got:" Hêviyên me bi fikrê azad mezin bûn, ji bo wê me serkeftinên mezin mîsoger kirin." DÎMEN HEYE   *Dayik û keça girtiya nexweş Kadriye Cengîz ji rewşa wê ya tenduristiyê bi fikarin û bangeweziya hestiyariyê kirin. Dayika wê Gulsum, diyar kir ku divê Kadriye li derve bê tedawîkirin û ji bo wê jî divê serbest bê berdan. Keça wê Evîn jî da zanîn ku ligel bijîşk dibêjin nikare li girtîgehê bimîne jî ew nayê berdan. BI DÎMEN    *Nûr Hiso ya ji Serêkaniyê koçî Kantona Hesekê bûye û bi karê makyaja sînemayê mijûl dibe hestên xwe wiha anî ziman:"Ji 2011’an de, ji ber êrîşên çeteyan û dewleta tirk ên li ser axa me, ev 3 car in em ji Serêkaniyê neçarî koçberiyê dibin. Vê yekê jî bandoreke gelek mezin li ser min kir, lê min nehişt êriş û koçberî rê li ber berhemên min bigirin." DÎMEN HEYE   * Derya Dal, ligel her cureyên şîdet û hişmendiya civakê tu carî dev ji bi destxistina aboriya serbixe berneda. Derya diyar kir ku ligel her zext û zordariyan ez di xebatê de bi bîryarbûm û got: "Ez bi taybetî bang li jinên ciwan dikim û dibêjim netirsin mafên xwe biparêzin û ji bo mafê xwe têbikoşin." BI DÎMEN    *Welatiyên ji ber krîza aborî ya ku her diçe giran dibe, ji bazaran destvala vedigerin û got: “Em berhemên erzan û nebaş digirin. Rewş qet nebaşe.” BI DÎMEN   *Yek ji xwendekarên ku di çalakiya ji bo berdana kesên tayînkirina qeyûmê Bogazîçî prostesto kiribû hatibûn girtin, hat binçavkirin û rastî îşkencê hat Pinar Usta wiha got: “Walîtî jî hevkar û berpirsê vê îşkencê ye. Parêzer Eylem Zengîn jî wiha axivî: "Em ê daxwaznameyek ji nûve a berfireh pêşkeş bikin û delîlan kom bikin. Em ê serî li hemû riyên qanûnî bidin.” BI DÎMEN    *Greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi armanca terîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û şertên girtîgehan bên başkirin hatî destpêkirin, didomin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li Geverê diyar kirin ku bila daxwazên girtiyan bên cih. BI DÎMEN    *Rojnemevanên ku di televizyona Ronahî TV'yê de dixebitin, têkildarî qedexeya vekirina Ofîsa Ronahî TV'yê  ya li Başûrê Kurdistanê, nêrîna xwe anîn ziman û wiha gotin: "Neqebûlkirina vekirina ofîsa Ronahî TV'yê ya li Başûrê Kurdistanê, destdirêjiya li ser exlaq û nirxê rojnemevaniyê ye." BI DÎMEN    *Jinên bertek nîşanî berdana Çawişê Pispor Aslan A. ê ku li Şirnexê êrişa zayendî li zarokekê kir, dan wiha gotin:"Bersûc hêza xwe ji dewletê digirin. Niha daraz mêr diparêze."  BI DÎMEN    *Têkildarî 15'ê Sibatê dê Meclîsa Jina Azad dê li Şehbayê daxuyaniyê bide. (10.00)   *Têkildarî 15'ê Sibatê de dê li Hesekê kon bê vedan. (10.00)   *Li Qamişloyê ew ê têkildarî 15'ê Sibatê de pêşangeh bê lidarxistin. (10.00)   *Meclîsa Jinan a HDP'ê li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê wê daxuyaniyê bide. (11:00)