Ciwanan komploya navneteweyî şermezar kirin 2021-02-09 20:05:37     QAMIŞLO - Bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye, em ê teqez bi ser kevin" Ciwanên Şoreşger ên Partiya Yekîtiya Demokratîk li bajarê Qamişloyê bi meşekê girseyî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.   Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê Ciwanên Şoreşger ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) meşek girseyî li dar xistin.  Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Partiya Yekîtiya Demokratîk û meşaleyên bi agir hatibûn hildan.Meş ji taxa Munîr El- Hebîb destpêkir, li ber navenda Neteweyên yekbûyî  ya bajarê Qamişloyê rawestiya.    Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Endamê Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk Efîf Esed komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û got: "Bi nêzîbûna roja reş, roja ku Rêberê me ji aliyê dewletên navneteweyî ve hatiye dîlgirtin bi tundî şermezar dikin. Armanca hêzên desthilatdar û hegemon bi dîlgirtina Rêber Apo ew bû ku Gelê Kurd neghêjin azadiya xwe. Lê em îro dibînin ne tenê kurd hemû pêkhate doza azadiyê dikin û rizgariya Rêber Apo daxwaz dikin. Em wek Ciwanên Şoreşger em ê li hember vê komployê bêdeng nemînin û herdem ji bo azadî û hebûna xwe têbikoşin."    Meş bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.