Xwendekarên Kobanê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê 2021-02-09 15:36:29     KOBANÊ - Tevgera Xwendekarên Demokratîk ên Herêma Firatê piştgirî dan serhildana xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û gotin: "Em ê li dijî hemû cureyên desthilatdariyê li ber xwe bidin û piştgiriya xwe ji serhildana Bogazîçiyê re nîşan didin."   Tevgera Xwendekarên Demokartîk ên Herêma Firatê bi daxuyaniyek piştgirî dan xwendekarên Zanîngeya Bogazîçiyê. Daxuyanî li Qada Şehîd Egîd hat dayîn. Xwendekaran alên Tevgera Xwendekarên Demokratîk vekirin. Bi sedan xwendekarên zanîngehê, peymangeh û xwendekarên dibistanan beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiyê Tevgera xwendekarên Demokratîk a Herêma Firatê Rêzan Hemî ve hat xwendin.     Daxuyanî wiha ye: “Di Rojhilata Navîn de, ev çend sal in bê navber krîzek tê jiyîn. Yekemîn berpirsyarê vê krîzê dewletên kapîtalîst û pergalên dewletên netew in. Her tim li ser civakê bi rêbazên cûda û li ser esasê serwerî û berjewendiyên xwe pêk anîn van kiryaran didin meşandin. Li hemberî vê jî têkoşîna gelan bê navber li her qadekê di Rojhilata Navîn de û li Ewropa didome. Îro em dibînin bi deste hikûmeta AKP’ê ev krîz kûrtir dibe. Her wiha têkoşîna gelan bi pêşengtiya kesayetên sosyalîst û ronakbîr asteng dikin.    Ji bo vê yekê îro li Zanîngeha Bogazîçi bi navê rektor qeyûm hat tayînkirin. Ev kesê bi navê Melîh ku ji aliyê Erdogan ve hatiye amadekirin. Her kes dizane ku ew kadroyekî ku berê hatiye amadekirin û parçeyekî ji rejîma şerê taybet e. Tu têkiliya wî bi rêvebirina zanîngehan re nîn e. Lê belê, ji bo karibin hîna zêdetir li ser pêşengên civakê wekî kesîma xwendekaran hîn desthilatdariyê kûrtir bikin, xwendekaran serî li hember vê pergala rakirin.    Ev çend roj in xwendekar bê navber li hemberî zexta polîsan û êşkenceyê li ber xwe didin. Em jî wekî xwendekarên zanîngeh û peymangehên Kobanê em piştgiriya xwe ji bo wan nîşan didin.    Em bang li hemû xwendekaran û ciwanan dikin ku ew jî piştgirî bidin vê serhildanê, ew jî li cihê ku têde ne li dijî pergala desthilatdariyê rabin ser piyan. Em dibêjin bi her awayî û derfetên manewî em bi berxwedaniya xwendekarên serhildêr re ne.”   Daxuyanî bi dirûşmeya  "Bijî serhildana Bogazîçiyê" bi dawî bû.