Rojnameger Hatîce cara duyemîn hat beraetkirin 2021-02-09 14:49:06     AMED - Rojnameger Hatîce Kamer a piştî ku Dadgeha Îstînafê biryara xerakirina beraeta wê dabû, ji nûve hat darizandin. Rojnameger Hatîce di danişîna ewil de dîsa hat beraetkirin.    Rojnameger Hatîce Kamer 5 sal berê wêneyên kongre û daxuyaniyên HDP’ê di hesabên xwe yên medya civakî de belav kiribû. Ji ber van parvekirinan derbarê Hatîce de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Dadgeha Amedê derbarê Hatîce de biryara beraetê dabû. Piştî ku Dadgeha Îstînafê biryara beraetê xera kiribû Hatîce dîsa li Dadgeha Amedê hat darizandin. Danişîna ewil a doza Hatîce li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a Amedê hat lidarxistin. Hatîce û parêzera xwe Pelda Vezek di danişînê de amade bûn.    Hatîce di danişînê de destnîşan kir ku wê bi armanca belavkirina agahî ango nûçeyan di hesabê xwe yê medya civakî de parve kiriye û tu armancek wê propaganda bike tune ye û xwest were beraetkirin.    Dozger biryara xwe pêşkêşî dadger kir û diyar kir ku îdiayên li ser Hatîce nabin sûc û xwest were beraetkirin.    Şandeya dadgehê destnîşan kir ku Hatîce sûc nekiriye û derbarê wê de biryara beraetê da.