Li Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 54’an de didome 2021-02-09 14:33:34   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin, 54 roj in didome. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku Komploya Navneteweyî negihaşt armanca xwe û gotin: "Komplogeran xwestin di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd tune bikin lê bi ser neketin."   Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan, bi pêngava "Dem dema azadiyê ye" di 18’ kanûna 2020'an de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin.    Çalakiya li Mexmûrê bi koma 27'yemîn di roja 54’an de dewam dike. Çalakî her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaret kirin. Çalakvanan derbarê armanca tevlîbûna xwe ya çalakiyê û Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de nêrînên xwe ji ajansa me re wiha anîn ziman.    Çîçek Orhan, diyar kir ku li dijî tecrîdê tevlî çalakiyê bûye û got: "Armanca tevlîbûna min a ji bo vê çalakiyê, şikandina tecrîda Îmralî ya li ser Rêber Apo ye. Armanca me ne tenê şikandina tecrîtê ye, di heman demê de azadiya Rêber Apo ya fizikiye. Di vê pêvajoyê de erkê herî mezin dikeve ser milê me ciwanan. Divê herî zêde ciwan xwe bidin pêş û têbikoşîn. Li dijî pergala serdest tekane rê berxwedan e."   ‘Divê 15’ê sibatê bibe Roja Azadkirina Rêber Apo’   Çîçek, da zanîn ku pêvajoya ku niha tê de ne gelek giran e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber wê divê em xwe bi çalakiyê birçîbûnê sînordar nehêlin. Di her alî de di her qadê de em çalakiyên cur bi cur bidin meşandin. Her wiha em di meha sibatê de ne, salvegera komploya 15’ê Sibatê nêz dibe. Em vê komployê şemezar dikin. komplogeran xwestin di şexsê Rêber Apo de Gelê Kurd tune bikin lê bi serneketin û wê tu cara jî bi ser nekevin. Gelê Kurd 15’ê sibatê ji bo xwe weke rojek reş dibîne lê divê êdi Gelê Kurd 15’ê sibatê vegerîne roja azadkirina Rêber Apo. Ez bang li tevahiya ciwanên kurd dikim ku di vê pêvajoyê de xwe bi rêxistin bikin, pêngava ku hatiye destpêkirin hîn xurtir bikin ji bo ku em demekê ji ya din zutir azadiya Rêberê xwe bi dest bixin."   'Em bi ser kevin'   Zîlan Alturk jî li dijî tecrîdê tevlî greva birçîbûnê bûye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Meha sibatê ku ji bo me Gelê Kurd mehekî reş e, komploya 15’ê Sibatê ez şemezar dikim. Bi tu awayan tecrîda li ser Rêber Apo nayê qebûl kirin. Du meh in me dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiriye, em bi biryarin heta ku em bi ser nekevin em paşve gav navêjin. Her wiha çalakiya girtiyên zîndanan silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Demek dirêj e bi rêberê me re hevdîtin nehatiye kirin. Her wiha rêberê me ji hemû mafên xwe bê pare. Em êdî dixwazin Rêberê xwe bi awayek zindî di nava xwe de be. Ez bang li tevahiya Gelê Kurd dikim ku tevlî pêngavê bibin û heya em ne gihin armanca xwe em dev ji tekoşîna xwe bernadin."