Polîsan bîranîna li Cizîrê asteng kir 2021-02-09 14:19:25     ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê xwest kesên ku di dema qedexeyên derketina derve li jêrzemînan hatibû qetilkirin bi bîrbînin ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê, xwest kesên ku dema qedexeyên derketina derve di 7’ê sibata 2016’an de li jêrzemînên avahiyên navçeyê hatibûn qetilkirin, bi bîr bîne. Ji bo bîranînê malbatên kesên ku di jêrzemînan de hatibûn qetilkirin, parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî xwestin biçin Goristana Esrî ya Cizîrê. Li gel hemû xwestekên zêde jî polisan destûr neda ku girse biçe goristanê û mudaxaleyî girseyê kir.    Malbatan li hemberî astengiyan bertek nîşanî polîsan da. Polisan bi hinceta vîrûsa koronayê destûr nedan bîranînê. Malbatan li gel asgengiyên polîan jî qurnefîlên ku bi xwe re anîbûn danîn têketina goristanê. Parlamenter Hasan Ozguneş, axivî û bertek nîşanî astengiyan da.