Li dijî komploya navneteweyî konê çalakiyê hat vedan 2021-02-09 13:57:20       KOBANÊ - Li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan,Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê li bajarê Kobanê konê çalakiyê vedan.   Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê komploya navneteweyî û faşîzmê têk bibin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin" û "Dem dema azadiyê ye em ê teqez bi ser kevin" konê çalakiyê li Qada Şehîd Egîd bajarê Kobanê hat vedan. Konê çalakiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê, alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanan Şoreşger ê Sûriyeyê, û pankartên bi nivîsa "Serî hilde li berxwe bide tecrîdê bişkîne û faşîzmê têk bibe" , "Em ê teqez bi ser bikevin" , "Li dijî tecrîd û tundiyê em ê teqez bi ser bikevin", "Li dijî dagirkeriya dewleta tirk serî hilde" û "Kes nikare roja me tarî bike" hatibû xemilandin.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, axaftin ji aliyê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  a navçeya Qinê, Şewket Muxarî ve hat kirin.   'Bi rihê ciwanan em ê serkeftinê mîsoger bikin'   Şewket teqez kir ku wê bi berxwedana zindanan de azadiya Abdullah Ocalan  mîsoger bibe û wiha got: "Em komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Apo hatiye meşandin şermezar dikin. Dewletên desthildatar dizanibûn ku wê felsefeya Rêberê Apo bibe hêza çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn ji bo wê ev komplo dan meşandin. Xwestin bi vê komployê vîna gelê berxwedêr bişkînin û projeya me tune bikin. Tê zanîn ku hêz û vîna Rêber Apo di nava çar dîwaran de ji ya desthiladaran xurtir e, loma komplo vala derket."    Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro sazî û dezgehên navçeya Qinê ya Kantona Kobanê nobedariya konê çalakiyê wergirt. Piştî danê nîvro wê sazî û dezgehên navçeya Eyn Îsayê bên serdana kon bikin. Sibehê jî wê navçeya Şêranê ya Kantona Kobanê nobeta konê çalakiyan bigirin.