Meclîsa Jinan a HDP'ê: Dixwazin têkoşîna azadiya jinê tecrîd bikin 2021-02-09 13:10:58     MÊRDÎN - Ji hêla Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrdînê ve bi dirûşma "Ji bo girtiyên siyasî yên jin edalet" daxuyaniyek dan û gotin: "Tecrîd li vî welatî bû navê şer. Tecrîd bû navê tunebûn ê. Tecrîd li vî welatî bû îşkence. Lê em soz didin ku em ê bi rihê têkoşîna rêhevalên xwe dawî li tecrîdê bînin.”   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Mêrdînê bi dirûşmeya “Ji bo girtiyên siyasî yên jin edalet” daxuyaniya çapemeniyê li ber deriyê avahiya HDP’ê ya Mêrdînê pêk anî. Beriya daxuyanî bi dehan polîs û maşîneyên wan li ber avahiya HDP’ê kombûn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveber û endamên Rêxistina HDP’ê ya navçe û bajêr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ji bo grevên birçîbûnê dowîzên “Ji bo girtiyên siyasî yên jin edalet” vekirin. Di daxuyaniyê de jinan dirûşmeyên wek “Jin jiyan azadî" û "Bijî Berxwedana zindanan” hat berzkirin. Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Jinan ya HDP’ê Rênas Aburşu ve hat xwendin.   ‘Tecrîd bû şekle rêveberiya îqtidarê’   Rênas di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser tecrîdê û got: “Li Tirkiyeyê her roja ku derbas dibe binpêkirina mafan zêde dibe. Rewşa herî giran jî li girtîgehan pêk tê. Girtiyên siyasî bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dan dest pê kirin. Grevên birçîbûnê yên li 120 girtîgehan hatiye destpêkirin di roja xwe ya 75’an de berdewam dike. Tecrîd li vî welatî bû navê şer. Tecrîd bû navê tunebûn ê. Tecrîd li vî welatî bû îşkence. Tecrîd bû navê ne dîtina pirsgirêka kurd. Tecrîd li Tirkiyeyê bû şekle rêveberiya îqtidarê. Dengên li dijî îqtîdarê derdikevin tên astengkirin. Dixwazin tune bikin. Ji ber ku dibêjin di her qadê jiyanê de ez ji heme. Ji ber ku em sîstema hevserokatiyê erê dikin.”   'Dixwazin têkoşîna azadiya jinê tecrîd bikin’   Rênas, da zanîn ku gelek siyasetmedarên jin niha girtîne û wiha berdewam kir: “Rêhevalên me yên ku bi vîna gel hatine hilbijartin îro li girtîgehan di bin tecrîdê de ne. Fîgen  Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk, Çaglar Demîrel û weke din gelek siyasetmendarên jin hatine hilbijartin, ji ber ku di oxira azadiya jinê de têdikoşin niha girtî ne. Leyla Guvena ku li dijî tecrîdê bûye nîşaneya têkoşînê bû hedefa daraza mêr. Cardin hat girtin. Ayşe Gokana dibêje ‘ez ê heya dawiyê têkoşîna xwe bidim berdewam kirin, ger ev sûç be ez sûcê xwe erê dikim’ jî niha di girtîgehê de ye. Di îdanameya ji bo Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hatiye amadekirin de hevserokatî sûç hatiye dîtin. Îqtidara tirk dixwaze bi van yekan re têkoşîna azadiya jinê tecrîd bikin.”   'Îqtîdar malên me jî vegerand girtîgehan'   Rênas, di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li ser girtiyên siyasî îşkenceyên giran tên meşandin. Mafê wan yên jiyanî ji tê astengkirin. Tedaviya girtiyên nexweş nayên kirin. Bi girtiyan re malbat ji tên cezakirin. Jinên siyasetmendar ji ber ku gotin ji rejîima qayûmê ra na, ji ber ku gotin Peyamana Stenbolê dide jiyîn tên tecrîdkirin û îşkencekirin. Îqtidar malên me ji vegerandin girtîgehan. Bi hezaran girtî li dijî wan nêzîkatiyan û tecrîdê dest bi grevê kirin. Em bang dikin pêwîste demlidest tecrîda ku jinan û civakê bê rakirin. Em soz didin ku em ê bi rihê têkoşînê dawî li tecrîdê bînin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwdana zindanan” re bi dawî bû.