Kongreya Star li dijî Komploya Navneteweyî rêzesemîner li dar xist 2021-02-09 10:08:22   HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Kongreya Star û Meclîsên Çavçeya Zirgan,Til Temirê li Kantona Hesekê rêze semîner li darxistin.     Kongreya Star û Meclîsên Navçeya Zirgan,Til Temirê li Kantona Hesekê, bi armanca şermezarkiria Komploya Navneteweyî li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rêze semîner li darxistin. Bi heman armancê li gundê Xezna ê Çiyayê Kizwanan a navçeya Til Temirê û Zirganê li Kantona Hesekê jî semîner hatin lidarxistin. Di semîneran de hêjmareke girseyî ji gel, hevserokên komînan, endamên sazî û dezgehên civaka sivîl, her wiha rêxistinên jinan amade bûn. Di semînera ku li dibistana gundê Xeznayê hat lidarxistin, Rêvebera Kongreya Star a navçeya Til Temirê li Kantona Hesekê Çîçek Kemal axivî.   Çîçek di axaftina xwe de bal kişand ser armancên komployê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji ber ku Rêber Apo li Rojhilata Navîn xwedî bandor bû, bi komployeke navdewletî ew dîlgirtin û radestî Tirkiyayê kirin. Armanc ew bû ku gel projeya Netewa Demokratîk nepejirîne û hêzên desthilatdar bikaribin siyaseta xwe li ser herêmê û gelê wê pêk bînin. Pêkanîna Projeya Netewa Demokratîk li ser rûyê erdê û pejirandina wê ji aliyê netewan ve, bi xwe darbeyek bû  ku hişmendiyê dewletan hilweşand û pûç kir. Em 15'ê Sibatê wekî roja bilindkirina asta têkoşînê digrin dest. Pêkanîna projeya Netewa Demokratîk, rêya çareserkirina hemû pirsgirêkên  Rojhilata Navîn e."   Her wiha li semînera ku li navenda Meclîsa navçeya Zirganê hat lidarxistin, Hevseroka Meclîsê Narîman Ebdo, semîner bi rêve bir. Narîman di semînerê de bal kişand ser komployên ku li dijî gelê herêmê têne kirin û wiha pêde çû: "Komplo li hember têkoşîn û berxwedana gelê me roj bi roj nû dibe. Bi cureyên êrîş û kiryaran xwe dûbare dikin. Komplo li hember tevahî dildarên felsefeya Rêber Apo hat kirin. Bi hevgirtin û yekîtiya gelan, komplo pûç dibe. Li hember êrîşên ku li ser herêmê pêk tên, pêwîst e gel hişyar be. Li hember têkbirina dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, li ser piyan bin."